Koçberên Serêkaniyê: Bila garantiya parastinê were dayîn

Koçberên Serêkaniyê got ji bo ew vegerin divê garantiya parastina wan were dayîn û ji aliyên têkildar daxwaz kir ku tedbîrên ewlehiyê werin girtin.

Koçberên Serêkaniyê: Bila garantiya parastinê were dayîn
Koçberên Serêkaniyê: Bila garantiya parastinê were dayîn
Koçberên Serêkaniyê: Bila garantiya parastinê were dayîn
Koçberên Serêkaniyê: Bila garantiya parastinê were dayîn
12 tebax, 2026   02:35
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Koçberên Serêkaniyê yên li kampan dijîn, anîn ziman ku piştî duh komeke çekdar êrişî koçberên vegeriyan Serêkaniyê kirin, ditirsin ku vegerin.

Fetah Mistefa yê ji gundê Diwêra got: “Ev 7 sal e em koçber bûne û em hîna di bin konan de dijîn, mal û milkên me wêran kirin û em li koçberiyê zehmetî dibînin. Heke ez îro vegerim mala xwe, ez ê li hundirê mala xwe kon deynim û di bin de bijîm, a girîng em bi ewle bijîn. Di dema niha de mezintirîn pirsgirêka me ewlehî ye, heke piştî em vegeriyan êrişî me bikin û li me bidin wê demê me çima 7 salan şert û mercên koçberiyê tehemul kir? Heyanî pirsgirêka ewlehiyê neyê çareserkirin koçber qebûl nakin ku vegerin bajarê xwe. Divê Hêzên Ewlekariya Hundirîn di destpêka karwanê de bin, an jî em qebûl nakin ku vegerin. Em ji aliyên têkildar ên dosyaya koçberan daxwaz dikin ku bi karwanên koçberan re derbasî Serêkaniyê bibin û parastina koçberan bikin.”

Emîne Mihemed jî got: “Dema navê me ji bo vegerê rakirin, em gelekî kêfxweş bûn, lê piştî duh êrişî karwanê koçberan kirin, êdî em ditirsin ku vegerin. Em daxwaz dikin ku me biparêzin. Hevjînê min bi tena xwe vegeriya Serêkaniyê û xwest li rewşa malê binêre. Malbatên ku ketine mala me de û dest danîne ser milkên me destûr nedan hevjînê min derbasî mala xwe bibe û ew vegerandibûn. Ev mal û milkên me ne û divê li me vegerînin. Berî ku koçber vegerin divê garantiya ewlehiyê were dayîn.”

Kurdo Elî anî ziman ku ev 7 sal e ew li benda vegerê ne û wiha pê de çû: “Lihevkirinê hêvî da me ku em vegerin û bi ewle bijîn lê êrişa duh a li ser karwanê yekemîn em tirsandin. Em daxwaz dikin ku me biparêzin û malbatên ketine malên me de derkevin. Heke ewlehî nebe em nikarin vegerin û her tim bitirsin ku hinek êrişî me bikin.”

(np)

ANHA