Nebîl Fehmî bû sekreterê giştî yê Komkara Erebî

Di civîna wezîrên karên derve yên welatên Ereban de ku li Emanê hat lidarxistin, Nebîl Fehmî wek sekretêrê giştî yê komkarê bo 5 salan li şûna Ehmed Ebû El Xeyd hat hilbijartin.

Nebîl Fehmî bû sekreterê giştî yê Komkara Erebî
23 hezîran, 2026   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya Komkara Erebî, di civîna wezîrên karên derve yên welatên komkarê de ku li paytexta Urdunê Emanê hat lidarxist, Nebîl Fehmî bi piraniya dengan wek sekreterê giştî yê komkarê hat hilbijartin. 

Fehmî (75) ji bo 5 salan li şûna Ehmed Ebû El Xeyd hat hilbijrtin ku erka wî 30‘ê vê mehê (Hezîran) bi dawî dibe.

Nebîl Fehmî dîplomat e, di navbera 2013-2016‘an de wezîrê karên derve yê Misirê bû. Bi vê yekê dibe sekreterê giştî yê 9‘emîn ê komkarê ku di sala 1945‘an de hat avakirin. Di heman demê de yê 8‘emîn jê Misirê ye.

Fehmî di daxuyaniya hilbijartina wî de ev erk wek "berpirsyareke mezin" bi nav kir û got: "Ev mîsyon berpirsyareke mezin e, nemaze ji ber ku pirsgirêkên mezin, binpêkirinên giran ên qanûnên navnetweyî ji aliyê êrişkarên xedrê ve li ser dewletên me û silametiya me têne kirin û erdên me dagir kirine.”

(bb)