Navên hin welatiyên di êrişa Reqayê de birîndar bûne

Ajansa me navên 15 welatiyên ku di êrişa li bajarê Reqayê de birîndar bûne, belge kirin.

Navên hin welatiyên di êrişa Reqayê de birîndar bûne
12 kanûn, 2024   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa me navên hin welatiyên ku di êrişa li dijî şahiya bilindkirina ala serxwebûnê ya Sûriyeyê ya li bajarê Reqayê de birîndar bûne û cihê birîndariya wan, belge kirin:

Xesan El Ebûd (27): zik

Casim Îbrahîm El Elkan (26): pişt

Mihemed Elî El Zîb (6): zik

Texrîd Silêman (47): lingê rastê

Mustefa Ehmed Helaq (2): çav

Udey El Derwîş (45): ling

Mihemed Emar Şueyb (30): ling

Usama Babinsî (17): dest

Mehmûd Şêx (22): mil

Mihemed Mihemed Şêx (18): lingê çepê

Omer Mihemed El Dibis: ling

Hesen Mihemed Xelûf: ling

Basil Mustefa El Kurdî: ling

Hîlal Kamil El Bazî: mil, çav û gewrî

Mustefa Helaq: serî

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di pîrozbahiya hildana ala serxwebûnê ya Sûriyeyê li Reqayê de bi sedan şêniyên bajêr beşdar bûn. Lê endamekî şaneyên îstixbarata Tirk ku cilên reş li xwe kiribûn û serê xwe bi şalê pêçayî bû bi armanca derxistina fîtneyê gule bi awayekî bêserûber li welatiyan barandin. Di encama wê de 43 sivîl û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

(mh/fr)

ANHA