Navên birîndarên êrişa li dijî bendava Tişrînê aşkera bûn

Ajansa me navên birîndarên bombebarana dewleta Tirk li dijî bendava Tişrînê bi dest xistin.

Navên birîndarên êrişa li dijî bendava Tişrînê aşkera bûn
26 ÇILE, 2025   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker şêniyên li bendava Tişrînê nobet girtine, bombebaran kir.

Nûçegihana me li bendavê ragihandibû ku di êrişê de 14 şênî birîndar bûne.

Navên birîndaran wiha ne; Mihemed Mehmûd Mihemed (21), Mehmûd Temo (32), Bozan Xelîl (20), Fatme Elî (18), Silêman Mihemed (19), Hedle Muhyedîn, Salih Elî Şêx Salih, Salih Omer (60), Xelîl Hemîd (30), Mehmûd Mehmûd Welo, Meryem Bekî, Xelîl Şêxî (50), Ciwan Ebdullah Îbo û Şehrazad Mihemed.

(şx)