Navê Qada "Reîs" a li Hesekê bû Qada "Azadî"

Piştî hilweşîna rejîma Baasˋê, pêkhateyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê û partiyên siyasî navê Qada "Reîs" a li bajêr kir Qada "Azadî", anku Qada Huriye.

Navê Qada "Reîs" a li Hesekê bû Qada "Azadî"
Navê Qada "Reîs" a li Hesekê bû Qada "Azadî"
Navê Qada "Reîs" a li Hesekê bû Qada "Azadî"
Navê Qada "Reîs" a li Hesekê bû Qada "Azadî"
10 sibat, 2025   16:46
HESEKÊ

Piştî hilweşîna rejîma Baasˋê li Sûriyeyê, êdî nîşaneyên Partiya Baasˋê û desthilata berê ku zêdetirî 54 salan hikum dikir, hatin xistin. Ji lew re gel dest bi xelaskirina ji navlêkirinên Baasˋî kir, navên qadan, navend û cihên giştî guhertin.

Pêkhateyên bajarê Hesekê ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermenên wê û bi beşdariya nûnerên ji partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û eşîran navê Qada "Reîs" a li çargoşeya ewlehiyê ya berê kir Qada "Azadî".

Dûre, ji bo piştgiriya QSDˋê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, li ser navê Partiyên siyasî, nûnerên olên li herêmê, saziyên civaka sivîl û eşîrên herêmê daxuyaniyek hat xwendin.

(fr)

ANHA