Nasnameyên şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin aşkerakirin

Nasnameyên 10 endamên Hêzên Asayîşê yên Çileya îsal di Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûbûn hatin aşkerakirin.

Nasnameyên şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin aşkerakirin
28 nîsan, 2026   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên Parêzgeha Hesekê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 10 endamên xwe yê di Çileya îsal (2026) de bi berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de şehîd bûne, aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Bi şanazî û rûmeteke mezin, bi baweriyeke bêdawî ya bi edaleta doza me, em şehadeta hejmareke lehengên xwe radighînin ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê canê xwe feda kirin. Şehîdên me bi xwîna xwe ya pak destaneke nemir nivîsandine, nirxên herî bilind ên fedakariyê temsîl kirin. Heta nefesa xwe ya dawîn di pozîsyonên xwe de bi israr sekinîne da ku rûmeta gelê xwe û destkeftiyên şoreşa xwe diparêzin."

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Kawa Efrîn

Nav û paşnav: Ehmed Silêman

Navê dayikê: Hind

Navê bav: Ebdo

Cih û dîroka şehadetê: Heleb- Şêxmeqsûd- 6 Çile 2026

****

Nasnav: Berxwedan Efrîn

Nav û paşnav: Ehmed Gelî

Navê dayikê: Reîba

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka şehadetê: Heleb-Eşrefiyê-9 Çile 2026

****

Nasnav: Çekdar Efrîn

Nav û paşnav: Enwer Cûma

Navê dayikê: Emûn

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka şehadetê: Heleb-Şêxmeqsûd- 8 Çile 2026

****

Nasnav: Dogan Efrîn

Nav û paşnav: Beşar Weqas

Navê dayikê: Fatima

Navê bav: Nûrî

Cih û dîroka şehadetê: Heleb- Şêxmeqsûd- Çile 2026

****

Nasnav: Hemûde Efrîn

Nav û paşnav: Cûma Şêxo

Navê dayikê: Cenat

Navê bav: Mihemd

Cih û dîroka şehadetê: Heleb- Şêxmeqsûd- Çile 2026

****

Nasnav: Rodî Efrîn

Nav û paşnav: Hecî Xelîl

Navê dayikê: Meryem

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka şehadetê: Heleb-Şêxmeqsûd- Çile 2026

****

Nasnav: Fedakar Efrîn

Nav û paşnav: Hesen Hemo

Navê dayikê: Nûra

Navê bav: Cemal

Cih û dîroka şehadetê: Heleb-Kastelo-8 Çile 2026

****

Nasnav: Cûdî Reşo

Nav û paşnav: Xalid Hecî

Navê dayikê: Hacer

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka şehadetê: Heleb- Şêxmeqsûd- 8 Çile 202

****

Nasnav: Aslan Efrîn

Nav û paşnav: Zehredîn Hîcazî

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka şehadetê: Heleb- Şêxmeqsûd-6 Çile 2026

****

Nasnav: Talib Elûş

Nav û paşnav:Talib Elûş

Navê dayikê: Bedîa

Navê bav: Wehîd

Cih û dîroka şehadetê: Heleb- Şêxmeqsûd- Çile 2026.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bejna xwe li hemberî giyanên pak ên şehîdan ditewînin. Em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe ku em ê li ser heman şopê bin, em ê wefadarên sozê bin, em nasekinin û naşkên. Em dê heya pêkanîna hêviyên gelê xwe yên jiyanake aştiyane, azad û bi rûmet têk bikoşin. Şehîdên azadiyê namirin."

(bb)