Netanyahu banga berfirehkirina êrişên li Lubnanê kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku mûşek û dronên Hizbullahê "2 gefên mezin" in û bang li fermandarên artêşê kir ku wan ji holê rakin.

Netanyahu banga berfirehkirina êrişên li Lubnanê kir
27 nîsan, 2026   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn ku ji ber hebûna mûşek û dronên Hizbullahê pêwîstî bi berdewama êrişên leşkerî li Lubnanê heye.

Di daxuyaniyeke ku nivîsgeha Netanyahu parve kiriye de hat diyarkirin ku "2 gefên sereke ji Hizbullahê hene; mûşekên 122 mm û dron. Pêdiviya van bi çalakiyên operasyonel û teknîkî hene."

Netanyahu destnîşan kir ku Hizbullah "Dema şer dest pê kir li gel Hizbullahê nêzî ji sedî 10 mûşek hebûn. Lê hîna ew ji bo şêniyên bakurê Îsraîlê yê bi ser Lubnanê ve cihê fikaran in."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di berdeewama axaftinên xwe de got, "Em niha di nav herêma ewlehiyê de (ku ji hêla Îsraîlê ve li başûrê Lubnanê hatiye damezrandin) û li bakurê wê, bakurê Çemê Lîtanî, êrişan pêk tînin." Netanyahu diyar kir ku li gorî peymana bi DYA û hikumeta Lubnanê re mafên Îsraîlê yê van çalakiyan heye.

(ac/fr)