Nasnameya şehîdê êrişa îro ya dijî Bendava Tişrînê de aşkera bû

Şêniyê bi navê Mihemed Şefîq Îsmaîl di êrişa îro ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî berxwedêrên li Bendava Tişrînê de şehîd bû.

Nasnameya şehîdê êrişa îro ya dijî Bendava Tişrînê de aşkera bû
22 ÇILE, 2025   22:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker îro careke din hovîtiya xwe li dijî xwepêşandêrên li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir. Li gorî nûçegihanên me, di encama êrişa dijî xwepêşandêrên li bendavê de zêdetirî 22 welatî birîndar bûn.

Nûçegihanên me diyar kir ku şêniyê birîndar ê bi navê Mihemed Şefîq Îsmaîl şehîd bû.

Li gorî agahiyên takakesî, Mihemed Şefîq Îsmaîl (65) ji bajarokê Mistefawiyê yê bajarê Girkê Legê ye û endamê Komîteya Tenduristî ya bajarok e.

Bi şehadeta Mihemed Şefîq Îsmaîl re, hejmara xwepêşandêrên ji 8ˋê Çileyê ve şehîd bûne zêdetirî 22 kesan e û zêdetirî 140 kes jî birîndar bûne.

Li dijî xwepêşandêrên li bendavê ev cara 6ˋan êriş tê kirin û li dijî karwanên xwepêşandêrên berê xwe didin bendavê 11 caran êriş hatin kirin.

Ji Kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine, herî zêde êriş li dijî gundewarê Kobanê û Bendava Tişrînê tên kirin.

(fr)