Li Hesekê têkildarî ol û baweriyan forumeke jinan hat lidarxistin

Koordînasyona Jinan a Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê siberoja Sûriyeyê de forumek organîze kir.

22 ÇILE, 2025   22:30
HESEKÊ

Koordînasyona Jinan a Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro der barê siberoja Sûriyeyê de di nêrîna jinan de bi sernava "Di Sûriya demokratîk de ji mafê her jinekê ye li gorî ol û baweriya xwe azad bijî" forumeke diyalogê li dar xist. Forum li hola Mişwar a taxa Til Hecerê ya Hesekê hat lidarxistin.

Di forumê de 100 delegeyên jin ji tevahî ol û baweriyên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (elewî, êzidî, zerdeştî, îsmaîlî, xiristiyanî û durzî) beşdar bûn.

Di forumê de endama Koordînasyona Jinan a Meclisa Ol û Baweriyan Welîde Botî axivî û got: "Em berxwedana lehengane ya YPJ û QSDˋê ku li Bendava Tişrînê raber dikin, her wiha berxwdana pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bendavê, silav dikin."

Welîde wiha domand: "Têkoşîna jinan a di vê demê de domandina dîroka têkoşîna xwe ya di dirêjahiya dîrokê û destkeftiyên pêk anîne de, ye."

Welîde diyar kir ku jina Sûriyeyî fedekariyên mezin pêşkêş kirin û hîna di oxira ku azad û rûmet bijî de pêşkêş dike û hewl dide civakê ji tiştên li ser hatine ferzkirin xelas bike û bi pêş bixe."

Li aliyekî din jî li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semer El Ebdullah wiha got: "Em jina Sûriyeyî di tevahî qonaxan de bênasname û kole bûn. Bawerî û tundrawî li ser hatibûn ferzkirin. Xwestin jin paşguhkirî bimîne."

Semer diyar kir ku şoreşa jinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl da tevahî şêweyên zulmê û desthilatê yên dijî hebûna jinan têk bibe. Jinên şoreş li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve birine di gelek aliyan de destkeftiyê mezin bi dest xistin û aliyê xwe yê leşkerî xurt kirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyeyê Şêraz Hemo jî got dewletên kapîtalîst hewl da vîn û îsrara jina azad di sedsala 21ˋê ku sedsala azadiya jinê ye, têk bibin.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra El Mihemed jî got: "Jin li Sûriyeyê dikare Sûriyeya nû ya li ser bingeha pirrengî û nenavendî ava bike."

Nûnera ola êzidî ya li herêmê Leyla Mehmo jî got: "Pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk modela herî guncaw e û tevahî pêkhateyan diparêze. Me karî xwe biparasta û xwe bi rêxistin bikira."

Li ser navê baweriya elewî jî Darav Cuma Ala axivî û got: "Îro tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikarin nasnameya xwe bi azadî derxin. Ev ji destkeftiyên şoreşê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em hewl didin vê fikrê li tevahî Sûriyeyê pêk bînin ku Sûriyeyeke nû ava bikin."

Delal Xelîl jî got tevahî êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyeyê bi navê olê hatine kirin, da ku rûyê îslamê rast reş bikin û bigihînin armancên xwe yên dagirkirinê.

Nûnera ola xiristiyan û meclisa dêran Katia Rizk Allah Helon jî got: "Em di vê qonaxa çarenûsî ya li Sûriyeya nû de hewl didin rola jinan bi pêş bixin. Ji ber ku jin di dirêjahiya salan de rastî zulm û bikaranînê hatine."

Endama Yekitiya Suryanî Mary Lahdo jî got: "Di aliyê rûmet û ristan de jin û mêr wekhev in. Jina Suryanî û Xiristiyanî ji bo nifşên bê bi wekhevî û edaletê bijîn têk dikoşin." 

Dûre sînevîzyonek li ser pirrengiya şaristanî û çandên jina Sûriyeyê bi hemû etnîk û olên xwe ve hat pêşkêşkirin.ç

Piştre beşdaran li ser rewşa jinan Sûriyeyê, rola wê ya bingehîn di avakirina Sûriyeya nû de û dûrketina ji çewisandina jinan bi navê adat û kevneşopî, axivî.

Forum bi encamnameyekê bi dawî bû û wiha ye:

Xebat li ser avakirina civakeke medenî û demokratîk û azad ku tê de destûr û qanûn ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a pirrengî ya nenavendî hebe, bê kirin

Tevahî beş û pêkhateyên Sûriyeyê li ser xwerêxistinkirinê bixebitin û tecrûbeya me ji wan re bibe pêşeng.

Maf û erkên jinan ên derbirîn, beşdariya siyasî, biryardayîn, girtina erkên bilind bên dayîn.

Mafên jinan ên perwerde, xebat, rêbaza jiyanê û lixwekirina cilan neyên qedexekirin û pêşî lê werin girtin.

Her kes di bikaranîna ol, bawerî, rêûresmên olî de serbest e, ji xîtaba nefretê bê bidûrxistin.

Cejnên olî yên tevahî ol û baweriyan bên naskirin, çand û mîrasa olîî û hestên biratî û hezkirinê di meteryalên xwendinê de weke beşek ji pirrengiya çandî û fikrî werin destgirtin.

Kesên sûcên şer li dijî jinên êzidî li Efrîn, Serêkaniyê û Şengalê kirine divê li dozgeriya navneteweyî werin darizandin.

Têgîna kêmnetewe, etnîk, iraq werin rakirin û banga têgîna xwişk û biratiya mirovî ya ji bo avakirina Sûriyeya nû were kirin.

Forumên jinan werin vekirin û çalakiyên jinan li tevahî Sûriyeyê werin lidarxistin û xebat li ser lêkolînên der barê dîroka jina Sûriyeyê de di tevahî ol û baweriyan de werin amadekirin.

(fr)

ANHA