Namzetên şaredariya Qamişlo bi şêniyan re civiya

ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ ji bo danasîna namzetên xwe û aşkerakirina bernameya xwe ya hilbijartinê bi xelkê Qamişloyê re civiya.

Namzetên şaredariya Qamişlo bi şêniyan re civiya
Namzetên şaredariya Qamişlo bi şêniyan re civiya
Namzetên şaredariya Qamişlo bi şêniyan re civiya
Namzetên şaredariya Qamişlo bi şêniyan re civiya
Namzetên şaredariya Qamişlo bi şêniyan re civiya
Namzetên şaredariya Qamişlo bi şêniyan re civiya
1 hezîran, 2024   19:53
QAMIŞLO

Namzetên ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ ya şaredariya bajarê Qamişlo bi xelkê taxa Hîlaliyê re civiya û belavokên li ser bernameya hilbijartinê belav kirin.

Di civînê de namzetê ji bo hevserokatiya şaredariya Qamişlo Sitêfo Îşûh bal kişand ser armanca hevbeniyê di bernameya hilbijartinê de û karên piştî serketina wê di hilbijartinan de pêşkêş bike.

Îşûh behsa girîngiya hilbijartina ji bo herêmê kir û got hilbijartin rêgaza xurtkirina xebata demokratîk e.

Namzetan li xwestekên xelkê yên sereke guhdar kirin; mîna sererastkirina rêyan, peydakirina ava vexwarinê, avakirina kanalîzasyonan, rêxistinkirina firehiya avahiyan û rêxistinkirina sûkan.

(fr)

ANHA