Amerîka hewl dide şerê Îsraîl û Hemasê bi dawî bike

berpirsên Amerîkayê diyar kirin ku ew hewil didin li Xezayê agirbestê pêk bînin ji bo şer bi dawî bikin, girtî werin berdan û pêşerojeke baştir a Xezayê bêyî Hemasê, were pêkanîn.

Amerîka hewl dide şerê Îsraîl û Hemasê bi dawî bike
31 gulan, 2024   23:00
NAVNDA NÛÇEYAN

Îro serokê Amerîkayê Joe Biden "pêşniyariyeke Îsraîlî" eşkere kir. Pêşniyarî ji 3 qonaxan pêk tê û armanca wê bidawîkirina şerê Îsraîl û Hemasê ye. Biden bang li hemû aliyan kir ku tev li vê pêşniyariyê bibin.

Biden di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku di pêşniyariyê de agirbesteke domdar ê were pêkanîn û girtî bên werin berdan.

Biden destnîşan kir ku di qonaxa yekemîn de agirbest tê pêkanîn, Îsrarîl vedikişe û girtî tên berdan

Di qonaxa duyemîn de jî girtiyên mayî û leşker ê werin berdan û agirbest  were dirêjkirin.

Qonaxa sêyemîn jî ya piştî şer û ji nû ve avakirinê ye.

Biden got: "Îsraîl mafdar e ku xwe biparêze û eger Hemas pabendî pêşniyariyê nebû Îsraîl ê parastina xwe bidomîne. Ev pêşniyarî dê aramiyê bîne herêmê nexasim pêkanîna lihevkirineke dîrokî di navbera Îsraîl û Siûdiyê de."

Biden bang li Îsraîlê kir ku pêşniyariya wan binirxînin.

(mh)