Nahêlin Zeyneb Celaliyan hevdîtinê bike û bê dermankirin

Rejîma Îranê mafên hevdîtina li gel malbatê û dermankirinê yên girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan asteng dike.

Nahêlin Zeyneb Celaliyan hevdîtinê bike û bê dermankirin
14 kanûn, 2024   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa HRNA’yê ragihand ku girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku yek ji girtiyên jin ên siyasî ya di girtîgehên rejîma Îranê de ye, tevî nexweşiyên xwe ji mafên xwe yên dermankirin û hevdîtina bi malbatê re hatiye bêparhiştin.

Hate diyarkirin ku berpirsên girtîgehê rê nadin encamên test û fîlmên ku beriya niha li nexweşxaneyê ji bo Zeyneb Celaliyan hatine girtin, werin aşkerakirin.

Her wiha ji destpêka meha Îlonê ve bi fermana Wezareta Îtlaetê, mafê hevdîtina Celaliyan a li gel malbatê hatiye qedexekirin.

Her wiha hate diyarkirin ku di dawiya meha Hezîranê de Wezareta Îtalaetê zext li Zeyneb Celaliyan kiriye da ku poşmaniya xwe ragihîne, lê Celaliyan ev daxwaz red kiriye.

Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2008’an de li Kirmaşanê hat destgîrkirin û bi tawana ‘hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî Xweda’ cezayê darvekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê muebbetê.