Ji Dêrikê peyama ‘Dest bi dest bi QSDˈê re’

Şêniyên Dêrikê bi meşekê piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re nîşan da.

Ji Dêrikê peyama ‘Dest bi dest bi QSDˈê re’
Ji Dêrikê peyama ‘Dest bi dest bi QSDˈê re’
Ji Dêrikê peyama ‘Dest bi dest bi QSDˈê re’
Ji Dêrikê peyama ‘Dest bi dest bi QSDˈê re’
Ji Dêrikê peyama ‘Dest bi dest bi QSDˈê re’
Ji Dêrikê peyama ‘Dest bi dest bi QSDˈê re’
14 kanûn, 2024   15:16
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrikê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman.

Şênî ji Qada Azadî heya Sûka Navendî meşiyan. Di meşê de alên QSD û Rêveberiya Xweser hatin hildan.

Li Sûka Navnedî jî deqeyekê rêz hat girtin. Piştre endamê Meclisa PYDˈê ya Dêrikê Merwan Hemo axivî û got QSD hêza yekane ye ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sekinî û gelê Sûriyeyê parast.

Merwan Hemo bi domdarî got: "Guhertinên bingehîn li Sûriyeyê çêdibin, divê em bi QSD’ê re bin û hay ji fitne û şerê taybet hebin ku dewleta Tirk û çeteyên wê dikin.”

Hemo bi bîr xist ku hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka aloziyê ve berpirsyariya dîrokî ya parastina gelên herêmê ji êrişan girte ser xwe û ev zêdetirî 10 sal e vê berpirsyariyê bi cih tînin û got: "Ji ber vê yekê erka me ye ku em bi hemû hêza xwe piştgiriya vê hêzê bikin, li hemberî êrişên dagirkerî û qirkirinê bisekinin û projeya xwe ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk biparêzin."

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana QSDˈê bi dawî bû.

(bb)

ANHA