NADA li dijî cezayê darvekirinê bang li rêxistinên mafên mirovan kir

Hevgirtina NADA li dijî cezayê darvekirinê ya rêjîma Îranê di derbarê Werîşe Muradî birî, bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember niheqiyên rejîma Îranê dengê xwe bilind bikin.

NADA li  dijî cezayê darvekirinê bang li rêxistinên mafên mirovan kir
3 kanûn, 2024   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rejîma Îranê bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ di 10’ê Mijdarê (2024) de cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî. Li dijî vê biryarê Hevgirtina NADA ya Sûriyê li bajarê Qamişloyê daxuyanî da.

Daxuyanî bi tevlîbûna Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, Endamên Rêxistina Kongra Star û Endamên hevgirtina NADA, li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê pêk hat.

Daxuyanî, ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hiso ve hat xwendin.

Ebîr Hiso da zanîn ku çalakvana femînîst Warîşa Muradî di 1’ê Tebaxa 2023’an de dema vedigeriya bajarê Eynê, ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve hatiye girtin. Ebîr Hiso wiha berdewam kir: “Ew 13 roj li navenda saziya ewlehiyê ya bajarê Mînayê hatiye ragirtin û di 4’ê Tebaxa 2023’an de jî çalakvana mafên mirovan Bexşan Ezîzî ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve li bajarê Heraz ê Tehranê hat girtin. Di 11’ê Kanûna 2023’an de li Girtîgeha Êvîn ya ku wek navenda îstixbaratê tê naskirin, 4 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û piştre cezayê darvekirinê lê hat birîn. Îstixbaratên Îranî îdîa kir ku di parastina mafên jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, Ruha û Sûriyeyê de kar dikir, beşdarî projeya penaberan û alîkariya Koçberên Rojava bûye.”

‏Ebîr Hiso destnîşan kir ku çalakvan Warîşa Mûradî di rûniştina yekemîn de derketiye pêşberî dadgehê, lê dadger mafê parastinê nedaye wê. Ebîr Hiso ragihand ku Dadwer Qazî Selvatî ku bi navê “dadwerê darvekirinê” tê naskirin, li ser bingeha “maddeya 288 ya li dijî rejîma Îslamî ya Îranê çek hilgirtiye”, biryara darvekirina wê daye. Ebîr Hiso da zanîn ku tevî daxwaza wê û daxwaza parêzerên Warîşa Mûradî, ji bo îtîrazê jî mafê parastin û daxwaznameyê jê re nehatiye dayîn.‏

Ebîr Hiso bi bîr xist ku çalakvan Warîşa Mûradî, bi armanca şermezarkirina biryara darvekirinê ya li dijî çalakvan Şerîfe Mihemedî û Baxşan Ezîzî, tevlî greva birçîbûnê bûye, piştî  20 rojên di grevê de,  rewşa wê ya tenduristî ber bi xirabûnê ve çûye, lê rayedarên Îranê ew tedawî nekirine û ji hevdîtina malbata wê bê par hiştine. Ebîr Hiso wiha berdewam kir: “Îdiaya ku li dijî têkoşer Warîşa Mûradî tê kirin, têkildarî beşdarbûna wê ya li ‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî’ ye, ku di pêşxistina hişmendiya civakî de rolek girîng lîstiye û bang li civakê kiriye ku beşdarî serhildanê bibe û piştgirî bide. Rejîmên otorîter ragihandin û daxwazên demokrasiyê yên jinan wek tawaneke şer dibînin. Di heman demê de  cezayên herî tund li wan kesan ferz dikin ku ne di jêrzemînên zindanan de qêrîna bindestan û ne jî hawara xwepêşanderan li kolanan dibihîzin, ew tenê dixwazin ferz bikin. Bindestî û teslîmiyet ji welatekî ku tenê tava azadiyê lê dibiriqe.”

Ebîr Hiso got ku “Bi vê boneyê li ser navê Hevgirtina NADA ya Sûriyê, Hevbendiya Jinên Demokrat ên Herêmê, ez dilgiraniya xwe û şermezarkirina cezayê darvekirinê weke navgîna pêkanîna edaletê, weke ku ji aliyê rayedarên Îranê ve hatiye ragihandin, radigihînim. Her wiha di wê baweriyê de ye ku jiyan mafek e ku nayê girtin û nayê guhertin.” Ebîr Hiso bang li hemû rêxistin, komele, partî û kesayetên jin ên demokratîk û mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina komkujiyên di perestgehên rejîma mela de bi hev re hevkariyê bikin.  Ebîr Hiso, daxuyanî bi van gotinan bidawî kir:  “Ji ber baweriya me ku guhertin mimkun e ku dengê me dikare cûdahiyek çêbike. Em hemî ji bo avakirina cîhanek bêtir mirovahî û dadperwer şer dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.