Ji Yekitiya Xwendekar, Ciwanên Şoreşger û TEV-ÇANDˈê banga seferberiyê

Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Yekitiya Xwendekarên Welatparêz, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Firatê banga seferberiyê kirin û diyar kirin ku " li şoreşê xwedîderketin li xwe û civaka xwe, xwedî derketin e."

Ji Yekitiya Xwendekar, Ciwanên Şoreşger û TEV-ÇANDˈê banga seferberiyê
Ji Yekitiya Xwendekar, Ciwanên Şoreşger û TEV-ÇANDˈê banga seferberiyê
Ji Yekitiya Xwendekar, Ciwanên Şoreşger û TEV-ÇANDˈê banga seferberiyê
3 kanûn, 2024   16:38
KOBANÊ

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Xwendekarên Welatparêz, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Firatê daxuyaniyên cuda dan.

Daxuyaniya Yekitiya Xwendekarên Welatparêz li zanîngeha Bajarê Kobanê ji aliyê Rojhat Daban ve hat xwendin. Di daxuyanî de hat gotin, “Di destpêkê de em weke Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên li Zanîngeha Kobanê, êrişên ku li ser xakê tê kirin bi tundî şermezar dikin û berxwedana dîrokî ya gelê me yê li Heleb û Şehbayê nîşan dane silav dikin. Ev êriş dewama plana dewleta Tirk e, ku bi DAIŞ'ê re ser nexistibû. Armanca van êrişan dagirkirina sînorên Mîsak-î Milî ye. Dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan Sûriyê perçe bike û pey re jî dagir bike.”

Di dewama daxuyaniya Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Kantona Firatê de banga seferberiyê hat kirin: “Lewma em bang li tevahî gel û xwendekarên xwe dikin ku divê bizanin yek ji armancê van êrişan hêviyê gelên Sûriyeyê yên jiyana azad û bi rûmet ji holê rakin e.

Divê li tevahî Sûriyeyê xwendekarên Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Tirkmen ji bo vala derxistina van êrişên hovane destê xwe bidin hev û yekitiya xwe xurtir bikin. Parastina ax û welat, parastina rûmetê ye. Li ser vî esasî çi dibe bila bibe em ê rê nedin çeteyên dagirker ku xaka me ya weke bihûşt e, ji xwe re bikin mal. Em ê bi ruhê Şoreşa Rojava dagirkerî û hewla qirkirinê têk bibin.

Ji ber rewşê em jî weke Yekitiya Xwendekarên Welatparêz banga seferberiyê li ciwan û gelê xwe dikin. Pêwîst e tevahî xwendekarên Sûriyê bi ruhê seferberî û welatparêziyê rabin ser piya û di nav şerê gelê şoreşgerî de cih bigirin. Werin em bi hev re welatê xwe, rûmeta xwe û şoreşa gelan biparêzin. "

Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger ji aliyê Hîla Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Heleb û Şehbayê gelê me bi awayek hovane tê qirkirin. Di serî de em berxwedana Hêza Parastinê silav dikin. Weke diyar e şerê me şerekî hêsan nîne. Li ser vî esasî pêwîst e weke ciwanên Kobanê em jî çeka xwe rakin û bibin seferber.

Li ku derê êriş pêk were, em ê li wê derê helwesta xwe raber bikin û dewleta Tirk têk bibin. Tevgera Azadiyê ev 50 sal in bênavber li ber xwe dide. Em jî wekî ciwanên ji Dêrikê heta Şehbayê, em amade ne ku bibin seferber û tola şehîdan rakin. Em bang ji hemû ciwanan re dikin bila rabin ser piyan û tevlî nav refên HPC bibin.”

Tevgerên Çand û Hunerê yên li kantona Firatê jî bi heman armancê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido a li bajarê Kobanê hate dayîn. Endama Tevgera Çand û Hunerê Necla El Bozan daxuyanî xwend û bal kişand ser van mijaran "

"Dewleta Tirk a dagirker û faşîst dijminê gelê Kurd e. Hebûna xwe di tunebûna gelê Kurd de dibîne. Ji bo qirkirina gelê Kurd bi encam bike her rê û rêbazê qirêj û bê exlaq pêk tîne. Bê navber êrişên dij mirovî û derveyî hiqûqa şer li ser gelê me ferz dike. Li hember van êrişan hemû hêzên cîhanî bê deng dimînin û heta destek didin dewleta faşîst a Tirk.

Niha jî dewleta Tirk a faşîst di çarçoveya heman polîtîkayan de êrişeke dagirkerî û qirkirinê li Şehba û Halebê dest pê kiriye. Armanca vê êrişê ne tenê Şehba û Haleb e. Dixwazê tevahî axa Sûriyeyê dagir bike. Çeteyên ku li der û dora xwe kom kirine hemû hov û paşverû ne. Hemû qatil û talankar in. Xulamê dewleta Tirk in. Dijminê xweza, jin û civakê ne. Tecawuzkar û xwinmêj in. Dikevine ku derê xirab dikin, xesp û talan dikin. Ew û dewleta Tirk dijminê mirovahiyê ne.

Li hember van êrişan gelê me li ber xwe dide. Hêzên me yên parastinê bi îradeyeke xurt şer dikin û gelê me li hember van êrişan diparêzin. Hêzên me yên leşker û û gelê me bi hev re bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe didin. Em welatê xwe, axa xwe, civaka xwe diparêzin. Em dev ji azadiya xwe û rêveberiya xwe ya xweser bernadin.

Em weke hunermend, rewşenbîr û endamên Çand, huner û Wêje li hember van êriş û dagirkeriyê heta dawiyê emê li ber xwe bidin. Em ê pêşengtiya şerê gel ê şoreşgerî bikin. Çawa bi pênûs û hunera xwe xizmet ji civaka xwe re kir, em ê îro bi hemû hêz û rêbazê xwe li ber xwe bidin, têkoşîn bikin. Parastina ax, welat, çand û zimanê me vê berpirsiyariyê dide ser milê me.

Em şervanê xwe yên di çeperê şer de ne pîroz dikin, bi dil can li gel wan e. Em berxwedana gelê me yên Şehba û Halebê silav dikin û çi bikeve ser milê me em jê re amade ne. Bangî gelê xwe dikin ku bê teredut tevlî parastina welat bibin. Li gel xetereyan ji bo em welatekî azad bi cihanê bidin qebûlkirin jî derfet hene. Derfet hene ku azadiya xwe û rêveberiya xwe ya xweser mayînde bikin.

Weke neteweya demokratîk; Kurd, Ereb, Asur, Suryan, Ermen, Çerkes û hemû pêkhateyên li heremê bi hev re vê berxwedanê bi serkeftinê bi encam bikin. Em careke din bangî hemû gelên cîhanê dikin ku mil bidin milê me. Bi taybet em bangî hemû hunermend û rewşenbîrên cîhanê dikin ku bêdeng nemînin. Serkeftina gelê me serkeftina mirovahiya azad û demokrat e. Ev şoreşa li Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiya nirxên civak û mirovahiyê temsîl dike. Li vê şoreşê xwedîderketin li xwe û civaka xwe, xwedî derketin e.

Rêveberiya xweser seferberî îlan kiriye. Em jî bi hemû hêza xwe tevlî vê seferberiyê dibin û dibêjin; Bi saza xwe, bi soza xwe, bi deng û rengê xwe, bi pênûs û fikrê xwe, bi ked û çalakiya xwe tevlî berxwedana me be. Roj roja xîret û rumetê ye. Roj roja berxwedan û têkoşînê ye. Roj roja li keremata xwe xwedî derketinê ye. Roj roja parastina gel, welat û axa xwe ye."

(sş/bb)

ANHA 

kobanê