Ji PKKˊê têkildarî Berxwedana 14ˊê Tîrmehê daxuyanî: Roj roja azadkirina Kurdistanê ye

Komîteya Rêveber a PKK'ê: Roj roja li ser Xeta Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê berxwedan û serketina li dijî êrîşên AKP-MHP-PDK-DAÎŞ'ê ye. Roja girtina rêya dagirkerî û îlhaqa faşîst-qirker û roja parastin û azadkirina Kurdistanê ye.”

Ji PKKˊê têkildarî Berxwedana 14ˊê Tîrmehê daxuyanî: Roj roja azadkirina Kurdistanê ye
11 tîrmeh 2024   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Rêveber a PKK’ê got: “Em di salvegera 42’yemîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku çarenûsa gelê Kurd guhert de ne. Em vê biryara mezin a berxwedanê û têkoşîna dîrokî ya rûmet û azadiyê ya 42 salan a ku li ser vê bingehê pêşketiye silav dikin û derbasî sala 43’an a berxwedanê dibin. Em afirînerê berxwedana mezin Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em Roja Rûmetê ya  Neteweyî di serî de li Rêber Apo, li hemû hevrêyên xwe, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat pîroz dikin.  Di sala 43’yan a berxwedanê de em ê Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike bi Ruhê Serketin û Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê bidomînin û em ê teqez bi ser bikevin."

Daxuyaniya PKK’ê wiha berdewam kir:  “Weke ku tê zanîn, di ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de ji aliyê girtiyên şoreşger ve li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê li zindana Amedê hat destpêkirin de 42 sal derbas bûn. Berxwedana dîrokî ya ku bi gotina “Em girêdayî partiya xwe û azadiya gelê xwe ne, em ê parastina vê bikin” hat destpêkirin, di şexsê rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê de bi têkbirina zihniyet û polîtîkaya dagirker û qirker a Tirk re serketineke mezin hat bidestxistin. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di nava 42 salên derbasbûyî de li ser xeta vê biryar û serketina dîrokî pêşket û destkeftiyên mezin afirand û îro bûye hêviya mirovahiyê. Ji Şoreşa Vejîna Netewî heta Şoreşa Azadiya Jinê, ji Şoreşa Zîhniyetê ya mezin ku xwe di Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk de şênber kiriye heta Şoreşa Azadiyê ya Rojava, bûye bingeha gelek pêşketinên şoreşgerî. Bi Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê re gerîlayên xwe yên azadiya Kurdistanê û xweparastinê afirand û xeta rast a têkoşînê ya ji bo azadiya bindestan derxist holê.”

EM Ê DI XETA BERXWEDANA FEDAYÎ YA 14'Ê TIRMEHÊ DE TÊBIKOŞIN Û BI SER BIKEVIN

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de ev tişt hatin gotin:

Dema ku em dikevin sala 43’yemîn a berxwedanê, bandora wê pir zindî û xurt li holê ye. Xeta Berxwedana Fedaî ya 14’ê Tîrmehê hemû qadên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê lê dimeşînin ronî dike. Çawa ku her dem û li her derê hêza herî mezin dide me, ji bo têkoşîna me ku em dimeşînin dibe ronahiyek domdar û ronî dike. Xeta serkeftinê ya Pêngava me ya Azadiyê ya Cîhanî ya ku li dijî pergala êşkence, qirkirin û tecrîda Îmraliyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd dimeşînin, diyar dike. Dibe çavkaniya hêza herî bingehîn û ronîkirina rastiyê ya berxwedana azadiyê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li Başûr û Rojava, têkoşîna zindanan a li dijî zilma faşîst, berxwedana gel a li dijî qeyûman, sekna şoreşgerî ya kolanan a li dijî terora faşîst û êrîşa nîjadperest-şovenîst. Weke tevger û gel em ê di sala 43’yan de di xeta Berxwedana Fedaî ya 14’ê Tîrmehê de têbikoşin û em ê bi ser bikevin.

ARMANCA ME YA BINGEHÎN AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE

Pir eşkereye ku em bi Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dikre re dikevin sala 43’yan a berxwedana mezin. Pêngav neh meh li pey xwe hişt û geşedanên girîng derxist holê. Berxwedana qehremanî ya gerîla, jin û ciwan pêşengiya pêngavê dikin. Weke tevger û gel rojeva me ya sereke ew e ku Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kiriye armanc, bi bandor pêş bixin û bi ser bixin. Di vî warî de, Xeta Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê rêya me ronî dike. Eşkere ye ku em ê di sala 43’yan a berxwedanê de jî Pêngava xwe ya Azadiyê li ser vê xetê bidomînin û teqez em ê bi ser bikevin.

Weke tevger û gel, em dema Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, li her qadê bi şêwazên çalakiyên dewlemend û afirîner pêş dixin, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê hemû hêza xwe seferber kiriye û êrîşên şerê taybet a topyekûn dimeşîne. Li Îmraliyê, ji tecrîdê wêdetir, agahînegritina mutleq heye û 40 meh in em nikarin agahiyê ji Rêber Apo bigirin. Bê guman, derbarê tenduristî û ewlehiyê wî de fikarên me yên pir cidî hene. Terora faşîst, zext û kedxwariya li ser gel di lûtkeyê de ye. Rêveberiya Tayyîp Erdogan hemû polîtîkaya xwe ya derve bi giranî daye têkoşîna li dijî partiya me û gelê me. Bi vê armancê re bi her kesî re dicive û hemû derfetên Tirkiyeyê ji bo vê yekê seferber dike. Efrîn, Girê Spî û Serîkaniyê di bin dagirkeriyê de dihêle û her roj êrîşên leşkerî li ser van herêman pêk tîne. Her wiha her tim êrîşî gelê Şengalê dike û bi PDK’ê re dixwaze ku dewleta Iraqê azadiya Şengalê têk bibe.

ÊRÎŞA DAGIRKIRIYÊ LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Êrîşa herî berfireh a dagirkeriya leşkerî ya faşîzma AKP-MHP’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê ye. Êrîşên dagirkeriyê yên ku ji 16’ê Nîsanê û vir ve li ser herêmên Metîna û Rojavayê Zapê zêde bûne, ji 3’yê Tîrmehê ve gihandiye asta êrîşên îlhaqkirinê. Di çarçoveya van êrîşên îlhaq û dagirkirinê ku bi erêkirina Rêveberiya Iraqê û hevkariya rasteqîn a Rêveberiya PDK’ê pêk tên de, bi deh hezaran leşker û çeteyên xwe, zêdetirî sêsed tank û heman jimare wesayîtên zirxî şandine herêmên Metîna û Zapê. Berê hewl didan girên bilind bigirin, niha berevajî vê li gund, bajarok û navçeyan tevdigere û van cihan desteser dike. Li ser vê bingehê niha di beşekî mezin a bajarê Duhokê de fiîlen rêveberiyê kiriye di bin destê xwe de. Li herêmên Metîna û Zapê bi şewitandina gundan, girtina sivîlan û zextan hewl dide gel koçber bike.

ÊRÎŞA DAGIRKIRÎ Û ÎLHAQÊ KU BI TIFAQA AKP-MHP-PDK-DAÎŞ'Ê TÊ MEŞANDIN TALÛKEYEKE CIDÎ YE

Ji bo van kiryaran ji raya giştî ya navxweyî û derve veşêrin li ser çapemeniyê sansurê dikin, bi belavkirina nûçeyên derew ên wekî “PKK li Iraqê derdorê dişewitîne û wê çalakî bike”rastiyan manîpule dikin. Mixabin Tirkiye û raya giştî ya cîhanê jî van derewan bandor dibin û li hember dagirkirin û îlhaqkirina herêmeke qat qat ji Xezzeyê mezintir a ji aliyê Komara Tirk a faşîst-qirker ve bêdeng dimînin. Rêveberiya niha ya Iraqê serî li ber zext û hin berjewendiyên aborî da û nekarî pêşbîniyeke bi rûmet û rast nîşan bide. Rêveberiya PDK'ê ya niha ku ji malbata Barzanî pêk tê, di rewşeke wiha de ye ku di berdêla berjewendiyên şexsî û malbatî de welatê xwe difiroşe û di hevkarî û xiyanetê de zîrve kiriye. Dixwaze ji xeynî xwe hemû partî û eşîrên Kurdistanê û her kesê ku ji Barzanî re bîat nake tune bike. Li ser vê bingehê beşeke mezin a Başûrê Kurdistanê ji niha ve ji Komara Tirkiyê re hatiye firotin û tê pêşbînîkirin ku tevahiya wê bibe parêzgeha Komara Tirkiyê.

GERÎLA BÊYÎ KU TU MEWZIYÊ BERDE BI QEHREMANÎ LI BER XWE DIDE

Êrîşên dagirkerî û îlhaqê ku ji aliyê tifaqa AKP-MHP-PDK-DAÎŞ’ê ve tê meşandin, cidî û talûke ye. Weke her du şerên cîhanê yên ewil, di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî tê xwestin qirkirina Kurdan bi vî awayî were pêşxistin û bi encam bikin. Em Tevgera Azadiya Kurdistanê ji destpêkê ve li dijî vê talûkeya cidî helwesteke çalak girt û em bi tenê mabin jî têkoşiyan. Gerîlayên HPG û YJA-Starê her tim bi raberkirina berxwedanake sermirovî, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên navborî bi qehremanî li ber xwe dan. Berdêlên giran dan ber çavên xwe û bi qehremanî li dijî bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî rabûn. Heman helwesta berxwedêr li dijî êrîşên dagirkerî û îlhaqê ku ji 3’ê Tîrmehê ve tê pêşxistin, raber dikin û bêyî ku tu mewziyê berdin ji bo azadiya Kurdistanê li ber xwe didin. Hem jî vê bi tena serê xwe û li ser bingeha hêza xwe dike. Çavkaniyên HPG’ê bîlançoyên şer ên rojane weke heyî ji çapemeniyê re dide. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi berxwedana xwe ya ku bi dayîna şehîdan dimeşîne, rê nade dagirkerî û îlhaqê.

Li ser vê bingehê em berxwedana qehremanî ya gerîla silav dikin û serkeftinên wan pîroz dikin. Di şexsê hevrêyên Canfeda Soro û Canfeda Efrîn de hemû şehîdên qehreman bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Belê, gerîlayên PKK’ê li ber xwe didin û wê heta dawî jî li ber xwe bide. Xeta wan ê di vê berxwedanê de Xeta Serkeftin û Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê ye. Lê divê berxwedan tenê ji gerîlayan re neyê hiştin. Divê gelê me û dostên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, hêza çalak bidin vê berxwedanê û parelelê berxwedana gerîla berxwedana gel jî mezin bikin. Bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê bibînin ku bi talûkeyeke çawa re rû bi rû ye û bi pêşengiya jin, ciwan û rewşenbîrên xwe li dijî dagirkerî û îlhaqê rabe. Dîsa divê gel, jin, ciwan, rewşenbîr û hunermendên Tirkiyeyê divê bibînin ku êrîşa dagirkeriyê ya navborî di eslê xwe de li dijî gel û pêşeroja Tirkiyeyê ye û li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê têkoşînê mezin bidin.

A rastî êrîşên navborî nayê wateya ku êrîşkar pir bi hêz in. Berovajî faşîzma AKP-MHP’ê jî, despotîzma PDK’ê jî hildiweşe. Kêliya herî qels a dîrokên xwe dijîn. Bi tenê bi êrîşên navborî emrê xwe dirêj dikin, van êrîşan jî ji ber wê dikin. Ev 8 sal in ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş dikin, hê jî nekarîne tu derê ji bo xwe bi ewle bikin. Ji ber vê yekê pêkan e ku li dijî dagirkerî û îlhaqa navborî rabin û faşîzma AKP-MHP’ê ya êrîşkar û despotîzma PDK’ê di nava xwîna ku rijandine de bixeniqînin. 

Ji ber wê roj roja têkoşînê ye, roj roja li ser Xeta Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê berxwedan û serketina li dijî êrîşên AKP-MHP-PDK-DAÎŞ'ê ye. Roja girtina rêya dagirkerî û îlhaqa faşîst-qirker û roja parastin û azadkirina Kurdistanê ye. Roj roja mil bi mil bi Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re li ber xwe dayîn e. Wê demê em weke welatparêzên Kurd û raya giştî ya demokratîk li her qadê rabin û li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin. Li dijî hevkarî û xiyanetê yekîtiya welatparêzên Kurd biafirînin. Li dijî despotîzma desthilatdar, feodal û yekparêz, yekîtiya siyasî ya demokratîk a hemû rêxistinên Kurd ava bikin. Dost û dijminên xwe baş nas bikin, ji dostên xwe re bibin hevrê û ji dijminên xwe re jî bibin şûr. Em li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya Kurdistanê, yekîtiya demokratîk a Tirkiye û Rojhilata Navîn biafirînin.”