Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja duyemîn de dewam dike

Qonaxa 4’emîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê di roja xwe ya 2’yemîn de dewam dike.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja duyemîn de dewam dike
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja duyemîn de dewam dike
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja duyemîn de dewam dike
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja duyemîn de dewam dike
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja duyemîn de dewam dike
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja duyemîn de dewam dike
6 îlon, 2025   09:28
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzê Ewlekariya Hundirîn –Jin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi desteka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Koaslîyona Navneteweyî duh (5 Îlon 2025) qonaxa 4’emîna a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê û derdora dan destpêkirin. Operasyon ku bi armanca parastina niştecihên kampê û mîsogerkirina xebata rêxistinên mirovî yên li hundirê kampê hatiye  birêxistinkirin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Hêzên operasyonê li tevahiya beşên kampê, bi taybetî beşa "Muhacîrat" ku jin û zarokên DAIŞ’î yên biyanî lê dimînin, xebatên lêgerînê pêk tînin. Di vê çarçoveyê de agahiyên der barên niştecihên kampê piştrast dikin, bi cîhazên taybet jî kamp kontrol dikin û çek û teqemaniyan digerin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh li beşa 5’an "Muhacîrat" mayînek dîtibûn.

Li gorî serjimariya dawî ku ajansa me ji Rêveberiya Kampa Holê bi dest xistiye, hejmara niştecihên kampa Holê derdora 26 hezar û 539 kes e. Ji vê hejmarê 9 hezar û 352 biyanî ne, 4 hezar û 933 iraqî ne, 15 hezar û 245 sûriyeyî ne û 9 kes jî nasnameyên wan nediyar in.

(bb)

ANHA