MSD`ê bang li karkeran kir ku rola xwe di yekitiya sûriyeyiyan de bilîzin

MSD`ê 1`ê Gulanê pîroz kir û bang li karkeran kir ku rola xwe ya pêşeng di yekitiya sûriyeyiyan, avakirinê, geşpêdanê û sererastkirina wêraniya ji ber şer de bilîzin.

MSD`ê bang li karkeran kir ku rola xwe di yekitiya sûriyeyiyan de bilîzin
30 nîsan, 2024   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê (1`ê Gulanê) daxuyaniyek da û ev roj pîroz kir. 

Di daxuyaniyê de hate gotin 1`ê Gulanê ji bo tevgera karkeran û têkoşîna wan a dîrokî ya ji bo maf, rûmetê, edaleta civakî xwedî wateyên sembolîk ên mezin e ji ber ku karker bingeha pêşketinê û avakirinê ye û beyî wan tu pêşketineke domdar pê nayê.

Di daxuyaniyê de bang li karkeran hate kirin ku di yekitiya sûriyeyiyan, avakirinê, pêşxistinê û sererastkirina wêraniya ji ber şer çêbûye de, rola xwe bilîzin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em dizanin çiqas karker û rola wan di avakirina Sûriyeyê, aştiyê û geşpêdanê de girînt in. Ji ber wê, divê em mafên karkeran biparêzin û şert û mercên guncew ji wan re peyda bikin ji bo ku bi rûmet kar bikin. Em piştgiriya têkoşîna tevgera karkeran dikin."

Di dawiyê de bang li gelan hate kirin ku hewldanên xwe bikin yek ji bo ku Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî ava bibe.

(şx)