Şêniyên Reqayê şehîd Ednan Mihemed oxir kir

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ednan Mistefa Mihemed li goristana bajarokê Hikumiye oxir kir.

Şêniyên Reqayê şehîd Ednan Mihemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ednan Mihemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ednan Mihemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ednan Mihemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ednan Mihemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ednan Mihemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ednan Mihemed oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ednan Mihemed oxir kir
30 nîsan, 2024   15:41
REQA

Şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivî û xizmetguzariyê yên Reqayê, nûnerên rûspiyên herêmê li Goristana Şehîdan a li bajarokê Hikumiye kom bûn û cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ednan Mistefa spart axê ku 24`ê Nîsanê di encama krîza dil de şehîd bûbû.

Li goristanê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreneke leşkerî li dar xist. Dûre endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulqadir El Elî axivî û got: "Em ji vir ji vê cihê pîroz careke din dibêjin, xwîna şehîdan rêya me ya ber bi edalet û aştiyê ve ronî dike."

El Elî soz da ku li ser şopa şehîdan bin.

Endama Desteya Jinan a Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Emel El Casim sersaxî ji malbata şehîd xwest û teqezî bi girîngiya meşandina têkoşîn û berxwedanê li hemberî êrişan kir.

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îman El Ehmed wesîqeya şehadeta şehîd xwend. Piştre girseya gel cenazeyê şehîd li goristanê veşart.

(şx)

ANHA