Rola paradîgmayê di zanistên sosyal de - ZOZAN SÎMA

Rola paradîgmayê di zanistên sosyal de - ZOZAN SÎMA
10 adar, 2025   07:35

Di van rojan de ku em şahidiyê lê dikin ku guherîna perspektîfê ji bo pirsgirêkên herî mezin çawa rê li ber çareseriyên nû vedike, nîqaşên li ser paradîgmayê jî ji nû ve zindî bûne. Wateya herî sade ya paradîgmayê, perspektîfa nêrînê ye û nîqaşên li ser wê di salên 1970'yî de dest pê kirin û di salên 1990'î de jî her ku çû berbelavtir bûn. Kesên ku hilweşîn û îflasa paradîgmaya kevn îlan kir, ji bo pênasekirina paradîgmaya nû jî têra xwe jêhatî nebûn. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi parêznameya Rêber Apo ya Atînayê ya di sala 2003'yan de nivîsand, dest bi nîqaşkirina paradîgmaya nû kir. Ji ber vê yekê, ev 22 sal e em dizanin bê ka paradîgmaya nû çi ye. Lê zanîn nayê wê wateyê ku mirov ketiye nava paradîgmayê û li gorî wê perspektîfek bi dest xistiye. Ji ber vê yekê, di van deman de divê em li gorî paradîgmaya nû perspektîfê bi dest bixin, her çi qas dereng mabe jî û divê em di mijara bidestxistina perspektîfê de bi awayekî berfirehtir nîqaş bikin. Her wiha ji ber ku aliyekî bingehîn ê vê paradîgmayê rizgariya jinan e û mîsyona pêşeng a jinan a di jiyanîkirina vê paradîgmayê de, berpirsyariyên me zêdetir dibin. Lewma jî divê mirov rola paradîgmayê ya di zanistê de, bi taybetî di zanistên sosyal de û têkiliya di navbera armancên me yên veguherîna civakî û paradîgmayê de pênase bike.

Fikir û îcadên çavkaniya hemû zanistan, tecrubeya bi hezaran salan a mîrateya hevpar a mirovahiyê ne. Di hemû serdeman de erdnîgarî, dibistan û fîlozof hebûn ku pêşengî ji geşedanên zanistî re kiriye. Yekemîn erdnîgarî û serdema ku pêşketina zanistî lê çêbû jî, serdema Neolîtîk a li Hîlala Bibereket e. Şoreşa Neolîtîkê ku di navbera 10.000-4000 berî zayînê de pêk hat û gihaşt lûtkeya xwe li devera kevnar ê Kurdistanê Til Xelefê, di salên 6000'î yên beriya zayînê de şoreşeke zanistî û teknîk û her wiha şoreşeke gundan û çandiniyê bû. Gordon Childe yekem car Şoreşa Neolîtîkê wek şoreşeke zanistî-teknîk bi nav kir û dibêje ew hemtayê şoreşa zanistî ya di sedsala 16’an de ya li Ewropayê ye. Ev pêşketina teknîk-zanistî ku li Til Xelefê bi pêş ket, gav bi gav xwe gihand hemû erdnîgarî û gelan. Rêber Apo Şoreşa Neolîtîkê jî wek şoreşa jinan pênase dike. Lewma mirov dikare bibêje ku şoreşa zanistî ya yekemîn bi destê jinan çêbûye. Zanist ku nirxê hevpar ê civakê ye, dûre ketiye pêvajoyekê ku bi serdestiya mêran û serdestiya dewletê re ji jinan, civakê û jiyanê hatiye veqetandin.

Ezmûna zanistê ya bi desthilatê re pir zû dest pê kir. Ewilî li dora zîgguratan di Sumeriyan de, piştre şaristaniyên Babîl, Misir û Hindistanê zanîn û zanist kirin amûrên desthilata xwe. Ev pir aşkera ye; zanîn û zanist bi destê şaristaniyê derneketine holê. Pêşveçûnên zanistî jî berhema hişê mêran nîn in. Zanista ku ji jinan û civakê dizîbûn, ji bo desthilatariya li ser şaristaniyê bi kar anîn. Lê helbet dîrok bûye şahidê kesên ku ji bo zanista azad li ber xwe didin jî.

Di navbera zanista ketiye ber xizmeta desthilatê û zanista azad de gelek bûyerên pevçûnê rû dane. Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê 3 caran hatiye şewitandin, Hîpatiya ku fîlozofeke jin a nûnera zanista azad bû, bi hovîtî hatiye kuştin. Ji ber êrişên Mongolan pirtûkxaneya Bexdayê haiye talankirin û tê gotin ku bi rojan çemê Dîcle bi rengê murekebê herikiye. Akademiyên herî kevn ên Heran, Nisîbîs, Gunde Şapûr neçar mane koç bikin. Sokrates bi hinceta ku ciwan ji rê derxistine û Manî, Suhrewerdî û Hallacê Mansûr ji ber ku li dijî dogmayên olî rawestiyane, hatin kuştin. Li Ewropayê di Serdema Navîn de kîmyager û jinên aqilmend bi hinceta ku dijminê ol in, hatin kuştin. Bruno hate şewitandin, Galileo neçar ma ku înkar bike ku Cîhan li dor xwe dizivire. Bi saya vê mîrateyê bû ku şoreşa zanistî-teknîk a li Ewropayê li dijî felsefeyên olî yên dogmatîk ramana azad temsîl dikir.

Divê mirov pêşketina zanistê û kok û eslê şoreşa zanistî ya li Ewropayê zelal bike. Yek ji sedemên bingehîn ên karesatên îro rû didin ew e ku geşedanên zanistî yên ku di sedsala 16'an de li Ewropayê derketin holê, kirin malê kapîtalîzmê. Rastiya ku herî zêde kapîtalîzm rewa kir jî, geşedanên di zanist û teknolojiyê de bûn. Lê ev ne encama kapîtalîzmê ne, encama tecrube û daneheva dîrokî ne. Kapîtalîzmê ew îstîsmar kiriye. Di vê kedxwariyê de jî paradîgmaya mekanîk a li gorî rêbaza zanistî û pozîtîvîzm diyarker in.

Cara ewilî profesorê fîzîkê Thomas Khun got em tenê dikarin pêşketinên zanistî yên li ser bingeha paradîgmayên ku di her serdemê de di zanistê de bi bandor bûne, fêm bikin. Wek metoda şîrovekirin û ramana li ser heqîqetekê, wateya paradîgmayê ev e; zanist dê kîjan pirsan bipirse, dê kîjan lêkolînan bike, kîjan çavkaniyan ji bo wan lêkolînan bi kar bîne û rêbaza aşkerakirina agahdariyê ye. Paradîgma wek têgîneke perspektîf e, dîtina rastiya li pişt tiştekî ye. Thomas Khun têgîna paradîgmayê bi mînaka çiyayê qeşayê rave dike. Li ser beşa çiyayê qeşayê yê li ser avê em teorî û ramanan dibînin, lê paradîgmayek heye ku bingeha wan e. Sê pêkhateyên bingehîn ên paradîgmayê jî; felsefeya hebûnê, felsefeya zanînê û rêbaza zanistî ne. Fikra ku zanist tenê rastiyên berbiçav ji felsefe û îdeolojiyê veqetandî lêkolîn dike, di vê formê de hê zêdetir bûye cihê nîqaşê. Di her serdemê de zanyar, fîlozof û lêgerên heqîqetê teoriyên li ser bingeha paradîgmaya serdest a wê demê hilberandine. Lê dema ku teorî têrê nakin û bersivên têrker ji pirsan re pêşkêş nakin, her wekî şoreşên civakî, guhertina paradîgmaya zanistî jî pêwîst bûye. Zanist bi şoreşan bi pêş ketiye.

Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve, texrîbata ku bi destê zanista navend-Ewropayê tê nîqaşkirin. Paradîgmaya ev zanist xwe dispêrê jî tê lêpirsînkirin. Em ji nêz ve lê binêrin bê ka cîhan û mirov bi paradîgmaya mekanîk a ku zanista navend-Ewropa esas digire çawa tên nirxandin.

Têgihaştina zanistê ya navend-Ewropa bû sedem ku em cîhanê wek saeteke mekanîk bidin naskirin. Çerx û vîdeyên saetekê çawa bin, zindiyên li cîhanê jî bi heman rengî tên teswîrkirin. Nêrîneke hiyerarşik heye ku mirovan li herî jorê datîne û zindewarên din dûre tên. Ev jî bûye bingeha karesatên ekolojîk û dabeşbûnên çînî. Di serdemên kevnar ên dîrokê de mirovan cîhan zindî û yekpare didît. Lê paradîgmaya mekanîk ev nêrîn şikandiye. Têkiliyên mirov-xwezayê û mirov-mirovan li ser esasê obje-subje pênase kirine. Cudahiya obej-subjeyê tê wê wateyê ku aliyek timî li ser desthilatdariyê ye û biryardar e û aliyê din jî di pozîsyoneke pasîf, bindest de bimîne. Li hember mirovan xweza, li hember mêran jin û li hember serdestan jî bindest kirine tişte/subje. Ew desthilata bêsînor gihaştiye asta komkujî û qirkirinê. Dema ku ev fikir di hiş û bîra mirovan de hate avakirin, dema mirov li xwezayê binere jî mînakên guncaw tên dîtin. Masiya mezin masiya biçûk dixwe, şêr xezalan dixwin, yên bihêz yên qels têk dibin. Lê belê di xwezayê de gelek zindiyên ku hev temam dikin, zirarê nadin hev, yan jî bi hev re di nava hevgirtinê de dijîn hene. Di van têkiliyan de ku em jê re têkiliyên sîmbiyotîk dibêjin, heywanên biçûk piştgiriyê didin heywanên mezin û yên nêçîrvan jî piştgiriyê didin yên ku nikarin nêçîrê bikin. Di ekosîstemê de dar, mirov, kêzik, masî, alg jiyaneke hevpar didomînin. Paradîgma tam jî têkildarî vê yekê ye ku em ê van rastiyan çawa bibînin. Ev nêrîn di têkiliyên civakî de jî xwe dide der. Her hebûnekê di nava ekosîstemê de wate û nirxekî xwe heye. Di demeke gelekî dirêj a dîrokê de ev nêzîkatî di nava mirov-xweza û mirov-mirovan de serdest bû. Lê dema ku sîstemên desthilatdar ên ku cudahiya subje-objeyê ava kir, weke rêbaza zanistî li şûna rastiyê hatin dîtin, karesatên rastîn rû dan.

Li hemberî paradîgmaya mekanîk ku cîhanê wek makîneyekê dibîne, pêwîstî bi paradîgmaya ku bi vê re mijûl dibe wek rêyeke zindî û yekpare heye. Pozîtîvîzm ku ji vê hêlê ve bi civaka mirovan re eleqedar dibe, civakîbûn gihandiye radeya hilweşînê. Encamên nêrîna civakê wek kombûneke diyardeyan dibîne, di van her du sedsalên dawîn de sedemeke sereke ya komkujiyan e.

Paradîgmaya modernîteya demokratîk ku wek paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinan jî tê naskirin, alternatîf û çareseriya vê yekê datîne holê. Bi çavekî cuda li vê cîhanê nêrîn, di nuqteyên cuda de ji pirsgirêkan re çareseriyê dîtin, girêdayî fêmkirin û jiyanîkirina paradîgmaya nû ye.

Hilweşîna ekolojîk, komkujî û qirkirina gelan û qirkirina jinan nîşaneya herî şênber a krîza vê serdemê ye. Hêza çareseriyê ya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinan jî, bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Çanda demokrasiye; pêkvejiyana cudahiyan, pirrengî û cihêrengiyan temsîl dike. Dihêle ku em li modelên demokratîk bifikirin ku wekî morîkên gerdaniyekê yên rengîn li hev tên. Sîstemên ku her kes bi reng û nasnameya xwe tê de cih digire lê parçeyekî kombûnekê ye, em bi tene dikarin bi paradîgmaya nû re lê bifikirin. Heta ku em bi paradîgmayeke nû lê nenêrin em nikarin sîstema konfederal a demokratîk sazkar bikin. Girêdanên piralî yên di navbera sazî û civakan de tenê bi perspektîfa paradîgmaya nû dikarin bibin xwedî wate.

Bêyî nêzîkatiyeke ekolojîk em nikarin hevsengiya di navbera her du xwezayan de ava bikin. Fikra ku mirov parçeyekî xwezayê ne, wan li hemberî xwezayê dike berpirsyar. Xweza xwedî wê hêzê ye ku xwe nû bike û temîr bike. Lê hêza bêsînor û çavbirçîtiya ji bo qezencê vê yekê dişikîne. Nêzîkatiya ekolojîk tenê bi nêzîkatiya xwezayê re ne sînordar e, perspektîfa gerdûnî û civakê jî dihundirîne.

Li hemberî serdestiya bêsînor a mêran, bêyî avakirina jiyaneke li ser bingeha azadiya jinan, ne pêkan e ku krîza sîstemê bê derbaskirin. Jîneolojî zanistek e ku xwe dispêre paradîgmaya modernîteya demokratîk. Lewma jî mijarên ku dê lêkolîn bike, serî li kîjan çavkaniyan bide û kîjan rêbazên zanistî bi kar bîne jî, dê li gorî vê paradîgmayê bên diyarkirin.

Her zanistek xwe dispêre rêbazeke zanistî. Jineolojî wek zanisteke nû bi pêş dikeve û pirseke herî zêde tê kirin jî ev e; metodolojiya wê çi ye? Ji ber ku têgihaştina navend-Ewropayî a zanistê rêbaza xwe ya zanistî tenê krîtera zanistî ya derbasdar dike, tê pejirandin ku fikrek tenê dema ku van rêbazan bi kar tîne dikare wek zanist bê dîtin. Lê ev yek di nava 50 salên dawîn de roj bi roj bêhtir ket nava gumanan. Rêbaza zanistî ku wek formula heqîqetê tê ferzkirin, bi xwe bi astengiyeke cidî re rû bi rû ye. Pirsa ku rêbaz û metodolojiya zanistî ya jineolojiyê çi ye, pêwendiya xwe bi çawaniya derbaskirina vê astengiyê re heye.

Metodolojî anku zanista rêbazê, wekî qadeke felsefeyê, li ser metodên qadên zanistî yên cuda lêkolînan dike. Heke em rêbazê wek rêya herî kurt û bibandor a xwegihandina rastiyan pênase bikin, metodolojî pergal an jî yekûna van hewldanan e. Dema ku hewl didin pirsgirêka rêbazê fêm bikin û çareser bikin jî, gotinên ku di kevneşopa felsefîk a Rojhilata Navîn de dibêjin; "heqîqet yek e, dergeh hezar" û "Mirovan ji ber ku terîqet anku usûl winda kiriye, ji heqîqetê anku wûsûlê bê par mane" jî rê nîşanî mirov didin. Di vê çarçoveyê de em nîqaşên rêbaza jineolojiyê li ser esasê girtina dewlemendiya rêbazan ku derfetê dide me ku em rastiyê fêm bikin, tevî ku ne bê rêbaz e jî. Rêber Apo mijara rêbazê wiha zelal dike û rêya ku em tê re nêzî rêbazê bibin nîşan dide; "Li şûna ku li rêbazeke alternatîf bigerin, rêyek ji bo pirsgirêkên mezin ên ji ber jiyana bi şaşiyan dagirtî û ji nirxê azadiyê dûr, tê xwestin." Rêbaza zanistî ku rê li ber rastiyê venake û şaş e, wateya jiyanê ji holê radike û ev rewş bingehekê ji tunekirina civakê re peyda dike. Li ser rêbaza zanistî ya heyî gelek rexne hene. Pirsgirêka bingehîn ferzkirina rêbazê ye. Zanista navend-Ewropa rêbazên xwe ferz dike û rêbazên naskirina erdnîgariyên din, gelan û jinan paşguh dike. Mînak; bi gotina 'dermanên kurmancî’ zanebûna şîfayê ya kevnar tune dihesibîne. Lê çavkaniya derman, dermanxane û dermanên nûjen ji kevneşopa hekîmtiyê tê. Zanîna dîrokî ya di destanên mîtolojîk û çîrokan de, ji ber ku palpiştên wê tune ne û ne nivîskî ye, wek çavkanî qebûl nake. Mijarên wekî manewiyat û metafizîk wek zanistî nahesibîne. Hest û sehekan wek çavkaniyeke zanînê nanirxîne. Civak û rastiya mirovan wek objeyan lêkolîn dike. Bi derxistina wan a ji civak, dîrok, dem û mekanê re, bi mirovan re mijûl dibe. Li şûna ku bûyeran li gorî şert û mercên wan ên dîrokî binirxîne, domana dîrokê wek xeteke rast dibîne. Ji bo vê jî dikeve pozîsyoneke ku ji rastiyê dûr e û li gorî pêdiviyên desthilat û sermayeyê agahî/zanînê hildiberîne.

Kevneşopa zanatiyê ya Rojhilata Navîn, felsefeyên Çîn û Hindistanê û rêbazên zanînê yên gelên bindest ên li derveyî Ewropayê dijîn, rêbazên ku dikarin vê ramanê derbas bikin, dewam dikin. Pêşketina fîzîka kuantumê, rexneyên ku rêveçûna dîrokê cuda ye û rexneyên tevgerên ekolojîk û femînîst, di rêbazê de zemîna derketinên nû amade kiriye. Jineolojî bi rêya vê mîrasê rêbazên xwe diyar dike û dewlemend dike.

Di rêbaza zanistî ya jineolojiyê de, esas e ku perspektîfeke ku têkiliyên desthilatdariyê yên ji ber cudahiya subje-objeyê têk dibe, were avakirin. Ji ber vê yekê, ji pênasekirinê wêdetir fêmkirin, li şûna objekirinê bi empatiyê lê nêrîn, têgihaştineke rasttir peyda dike. Di hemû lêkolînan de di çarçoveya jiyan û civakê de hatine kirin, em dibînin ku subje û obje her tim cih diguherin û bandorê li hev dikin. Ji bo ku mirov bikare guherînê pêk bîne û bi awayekî rexneyî lê binihêre, divê mirov heqîqeta li pêşberî xwe ji her alî ve watedar bike. Têkbirina nêrîna parçebûyî ya ku yekparebûna heqîqetê têk dibe jî, mijareke din a girîng e. Ji bo vê jî zanistên civakî datîne ser hîmê hemû zanistan da ku parçebûna di navbera zanistan de derbas bike. Wateya danîna zanistên civakî li ser xîmê hemû zanistan; têkiliyekê di navbera geşedanên zanistî û jiyana civakî de ava bike ku fîzîk, kîmya û biyoloji jî di nav de hene. Di lêkolînên jineolojiyê de gelek mijarên ji aboriyê heta demografiyê, ji siyasetê heta estetîka etîk, ji tenduristiyê heta perwerdeyê, ji ekolojiyê heta tibê, di nava hev de ne. Bi taybet jî bi rojanekirina tecrubeya jinan, zanebûna jinan û awayên zanabûnê yên jinan xwe rojane dike û xebatên xwe dike.

Li deverekê ku Şerê Sêyemîn ê Cîhanê lê diqewime, wek gel û jinên bi komkujiyan re rû bi rû ne, sedemên mafdar û jiyanî hene ku em li dijî vê zanist û rêbazên wê derkevin. Rêbaza zanistî ya heyî, sedemên êriş û komkujiyên li hember me, wateya berxwedana me û sîstema civakî ya em dixwazin ava bikin, rave nake. Jineolojî armanc dike ku ji noqteyên ku rêbaza zanistî astengî, wêrankirin û tarîkirina rastiyê ava dike, derketinekê biafirîne. Hewl dide alav û rêbazên aşkerakirina çavkaniyên zanînê yên heqîqeta wan hatiye înkarkirin û tune hatine hesibandin, peyda bike.