Mîtingên Azadiyê li Amed û Stenbolê bi dawî bûn

Li Amed û Stenbolê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk Mitînga Azadiyê hatin lidarxistin. Mitîng bi tevlibûna hezaran bi dawî bûn.

Mîtingên Azadiyê li Amed û Stenbolê bi dawî bûn
28 hezîran, 2026   22:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Platfroma Saziyên Demokratîk li Amed û Stenbolê Mitînga Azadiyê hat lidarxistin. Mitîng li Qada İstasyon ya Amedê û li Qada Bagcilar a Stenbolê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê ve” hat lidarxistin. 

Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li mitîngan bûn. Hezaran kes bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” ketin qadê.

Parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî û hezaran kes tev li mitîngan bûn.

Di mîtingan de bi navê şandeyên beşdar axaftin hatin kirin.

 Di dawiyê de gel govend gerand. Piştî govendê gel bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ li qadan derketin.