Tirkiye deriyên bendavan vekir: 3769 malbat bibandor bûn, 7 hezar donim tune bûn

Piştî ku Tirkiye bi derengî agahî da aliyê Sûriyeyê û deriyên bendavê vekir, li Dêrazor û Reqayê felaketeke mezin qewimî. Li gorî jimareyên fermî, di vê felaketê de 3 hezar û 769 malbat rasterast bandor bûn û 7 hezar donim erd di bin avê de man. Dema ku mezinahiya vê felaketê ya li herêmê tê berçav girtin, tê nirxandin ku qasiya zirar û windahiyan ji jimareyên hatine ragihandin gelek zêdetir e.

Tirkiye deriyên bendavan vekir: 3769 malbat bibandor bûn, 7 hezar donim tune bûn
1 hezîran, 2026   03:55
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CIHAN

Di 22’ê Gulanê de, avberdana zêde ya Tirkiyeyê ji Bendava Ataturk a li ser Çemê Firatê bû sedema lehiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber ku Tirkiye agahiya pêwîst ji bo aliyê Sûriyeyê dereng daye, bi taybetî li Dêrazorê û Reqayê zirarên giran çêbûn.

Li ser dirêjahiya Çemê Firatê gelek gund, zeviyên çandiniyê û stasyonên avê di bin avê de man. Ji ber lehiyan, binesaziya herêmê zirar dît û dezgehên herêmî li gelek deveran rewşa hişyariyê ragihandin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi salan e bi krîza aborî, ziwabûn û encamên şerê re têkoşîn dike, bû sedema wêranbûnek mezin. Li gorî saziyên têkildar, herikîna avê ya ji Tirkiyeyê gihîştiye nêzî 2 hezar metrekûb di çirkeyê de û asta Firatê di demeke kurt de nêzî 3 metre bilind bûye.

Piştî felaketê, daxuyaniyek ku gelek bal kişand ji Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr hat. Beşîr got yek ji sedemên sereke yên lehiyê avberdana zêde ya ji Tirkiye bûye û diyar kir ku hişyariya Tirkiyeyê ya der barê bilindbûna asta avê de dereng gihîştiye wan û ev yek bûye sedema mezinbûna zirar û berfirehbûna lehiyan.

Tirkiye ku berê ji ber kêmkirina herikîna avê di bin rexneyan de bû, vê carê jî piştî avberdana zêde û lehiyên ku pê re hatin, dîsa bû navenda nîqaşan. Ev rewş nîqaşên der barê rêveberiya çavkaniyên avê yên Firatê û bandora wê ya herêmî de dîsa xurt kir.

LI DÊRAZORÊ FELAKET DI DEMA BERHEVKIRINA BERHEMAN DE HAT

Dêrazor yek ji herêmên ku herî zêde ji bilindbûna avê bandor bûye. Gelek gund û cihên niştecihbûnê yên li ser qeraxên Firatê ketin bin avê û nêzî 2 hezar û 400 malbat rasterast bandor bûne û derdora 3 hezar malbatî xwe li navendên bicihbûnê û malên xizmên xwe girtin. Bi taybetî ji ber ku av di dema destpêkirina berhevkirina genim û ceh de hatiye berdan, zirarên aborî yên giran li cotkaran bûye.

Li gorî çavkaniyên herêmî, zeviyên berfireh ketin bin avê, kanalên avdanê hilweşiyan û li hin deveran rê nehatin bikaranîn. Ji ber lehiyê sê bendên erdî yên sereke hilweşiyan û gihîştina navbera rojhilat û rojavayê Firatê qut bû. Li hin gundan gel bi qeyikên biçûk dikarin hatûçûnê bikin.

Yek ji encamên herî giran ên lehiyê li ser bingeha jiyanê derket holê. Ji 211 stasyonên avê yên Dêrazorê, 62 bi tevahî ji kar derketin. Bi giştî nêzî 75 stasyonên avê yên herêmê an bi tevahî an jî beşekî ji kar ketin û di peydakirina ava vexwarinê û avdana çandiniyê de pirsgirêkên giran derketin holê. Kampên li ser kenarên çemê jî ji lehiyê zirar dîtin.

Nêzî 3 hezar malbat ji cihên xwe koçber bûn û gelek ji wan li navendên koçberan an li cem xizmên xwe penaber bûn. Gelê herêmê dibêje ku ev lehî ne tenê rewşa îroyîn, lê ewlehîya xwarinê ya meh û salên pêş de jî dixe xeterê. Cotkar dibêjin ku tenê di zeviyên genim û sebzeyan de zirar nêzî 100 hezar dolarî ye.

LI REQAYÊ XANÎ Û GUND KETIN BIN AVÊ

Bilindbûna asta Firatê li navenda bajarê Reqayê û gundan jî xwe nîşan da. Li gelek gundên li ser qeraxên çemê, xanî hatin valakirin û li hin taxan asta avê bi lez bilind bû.

Her çend li Reqayê zirar li gorî Dêrazorê kêmtir xuya dike, lê dîsa jî gelek zirar çêbû. Ji 86 stasyonên avê yên bajêr, 15 wekî tedbîr hatin girtin. Li gundewarê rojavayê Reqayê nêzî 1 hezar û 500 donim zeviyên çandiniyê zirar dîtin. Bi giştî li Reqa û Dêrazorê nêzî 7 hezar donim erd ketiye bin avê.

Ji ber zirara rê û hin piran, gelek gund ji hev qut bûn. Li hin deveran ajal tên veguhestin û gel bi şert û mercên xwe bendên erdî ava dikin da ku cihên niştecihbûnê biparêzin.

Wezareta Rewşa Lezgîn û Karûbarên Felaketan a Sûriyeyê ragihand ku ji bo Reqa û Dêrazorê odeyek hevpar a operasyonan hate avakirin. Berpirsiyar ji gelê ku li ser kenarên Firatê dijîn xwestin ku ji xeta çemê dûr bimînin.

BENDAVA TEBQAYÊ JÎ DERIYÊN XWE VEKIR

Piştî herikîna mezin a avê ya ji Tirkiyê, Bendava Firatê (Tebqa) ya li Sûriyeyê jî gihîşt asta xeternak. Piştî ku asta dagirtina rezervuarê ji sedî 97 derbas kir, ji sala 1988’an ve cara yekem deriyên avberdanê hatin vekirin.

Berpirsiyar gotin ku Tirkiyê nêzî 2 hezar metrekûb av di çirkeyê de berdide Firatê û ev yek ji herikînên herî bilind ên salên dawî ye. Iraq jî li hember pêla avê ya ku li ser Firatê ber bi welatê wan ve diçe, ket rewşa hişyariyê.

CIVÎNA KALIN LI ŞAMÊ BAL KIŞAND

Rojek berî ku av were berdan, bûyerek din jî bal kişand. Serokê MÎT‘ê Ibrahim Kalîn li Şamê bi serokê hikumeta demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şera re hevdîtin kir.

Piştî vê hevdîtinê, vekirina deriyên bendavan li Tirkiyê bû sedema nîqaşên siyasî û stratejîk. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek alî dibêjin ku mijara avê tenê mijareke teknîkî nîn e, lê di heman demkê de wek amûrek zexta siyasî jî tê bikaranîn.

Her çend asta avê ya Firatê hîn jî bilind e û tê payînkirin ku bandora lehiyê di rojên pêş de jî bidome, gelê herêmê daxwaz dike ku komîsyonên tesbîtkirina ziraran werin avakirin, bûdceyên tezmînatê ji bo xelkê zirardîtî werin peydakirin û bingehên ku zirar dîtine bi lez werin tamîrkirin.

 (bb)