Misir û Nîjerya peymaneke leşkerî îmze kir

Wezareta Berevaniyê ya Nîjeryayê ragihand ku wê di qada pîşesaziya berevaniyê de bi Misirê re peymanek îmze kir. Berî demekê jî Misrê bi Sûmalê re peymaneke leşkerî îmze kiribû.

Misir û Nîjerya peymaneke leşkerî îmze kir
29 tebax, 2024   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Misir û Nîjeryayê ji bo pêşxistina pîşesaziya berevaniyê peymaneke leşkerî îmze kir. Peyman li navenda Wezareta Berevaniyê ya Nîjeryayê ya paytexta wê Abuja hat îmzekirin.

Wezaretê da zanîn ku armanc ji îmzekirina peymanê xurtkirina hevkariya dualî ya di aliyê berevaniyê de ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nîjeryayê di aliyê veguhastina agahiyên îstixbaratî û perwerdeyê de sûdeke mezin ji Misirê wergirt.

Berî demekê jî Misirê bi Sûmalê re peymaneke leşkerî îmze kiribû.

(mh)