Di Tebaxê de 81 kes revandin

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan di Tebaxê de 81 kes ji aliyê artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê ve li Efrînê û Ezazê hatin revandin.

Di Tebaxê de 81 kes revandin
29 tebax, 2024   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rapora meha Tebaxê ya kesên li Efrîn û Ezazê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine revandin parve kir. Navendê diyar kir ku artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê di Tebaxê de 81 kes li Efrînê revandin.

Li gorî raporê navên kesên hatine revandin wiha ne:

Hesen Elî Elî (47), Mihemed Elî Elî (33), Ebdurehman Resul (42), Mihemed Ebdurehman (55), Mihemed Mistefa Fewzî (44), Omer Mihemed Reşîd Elo Gêlo (35), Bahoz Edhem Îbrahîm Hemkê (27), Ehmed Xelîl Elî, Xelîl Îbrahîm Şawtî, Ciwan Hemîd Horo (42), Mihemed Seîd Omer (43), Sûzan û hevjînê wê Rêber Fewzî Ehmed (46) û 2 keçên wan, Omer Mihemed Elo, Ednan Mihemed Elî Hecî (63), kurê wî Elî Ednan Hecî (20), Azad Mihemed Reşo (40), Reşîd Şukrî Reşîd (53), Zekeriya Horo yê astengdar (60) Ziyad Horo (25), Mihemed Mihyedîn Cemal (34), Mihemed Seydo Mistefa, Mehmûd Mihemed Qertel (32), Ziyed Mihemed Mihemed (45), Cîhad Mihemed Îbrahîm (50), Mihemed Îbrahîm (32), Selah  Ehmed Siwêdan (54), Rêzan Hesen Mihemed (43), Mihemed Îsamîl (22), Ciwan Silêman (23),  Ehmed Mihemed Mistefa (46), Ebdureheman Hesen (58), Sebrî Mihemed Şêxo (60), Mihemed Fexrî Omer (24) û hevjîna wî, Dawud Reşîd Ekaş (46), Mihemed Ebdo Ebdo (30), Mihemed Mihemed Hemo (43), Rifet Mehmûd Cafo (36), Hesen Ebdo Reşîd (45), Hesen Elî Mistefa (40), Xoşnav Behrî Hesen (37), Mihemed Mehmûd Dawud (39), Ebdurehman Mihemed, Nebhan Hesen Haco (52), Hisên Hesen Xorşîd (32), Îbrahîm Yûsif Silêman (40), Şukrî Mistefa Hemo (32), Selahedîn (55).

Li gorî navendê, çeteyên "Polîsên leşkerî" 13’ê Tebaxê li gundê Marata yê bajarê Efrînê bi ser mala welatiya bi navê Îlham Naso revandin û Îlham Naso û hevjînê wê Fexrî Reşîd Hemo, kurên wan Şiyar (4), Gîvara (14), Ciwan (16), mêvanên wan, Fehîme Reşo û Luey Mihemed Hemo (24), Amir Hemo, Nûrî Hemo, Xelîl Reşo, Ebdurehman Hemo, Ferhan Reşîd Hemo, Rengîn Hemo, hevserê wê Ehmed El Ehmed û kurê wê Nasir El Ehmed revandin.

Navendê her wiha diyar kir ku di 14’ê Tebaxê de çeteyên "Ceyş El Wetenî" li avahiya Gumrikê ya li kolana Raco ya bajarê Efrînê bi ser gelek malan de girtin û hejmarek kes revandin. Li gorî navendê, ji revandiyan navên Nûrî Mistefa Hisên, Ebdo Mistefa  Ehmed, Luqman Seydo (38(.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan diyar kir ku 17`ê Tebaxê çeteyên Silêman Şah bi ser gundê Qermitik ê bajarokê Şiyê de girtin, li hejmareke welatiyan dan û wan revandin. Ji revandiyan navên Bekir Delîke (68), Nûrî Coniye (58), Omer Bîlal (61), Mistefa Bekir Gêlo (45) hatin zanîn.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan diyar kir ku çeteyên navê "Ceyş El Wetenî" li xwe dikin, 8’ê Tebaxê jina bi navê Nermîn Adil Mihemed û zarokek wê û birayê wê  Malid Adil Mihemed li bajarê Ezazê revandin.

Li gorî raporê, çeteyên "Ceyş El Wetenî" welatiyê bi navê Riyad Ebdurehman Hesen (42) ê ji bajarê Cindirêsê li bajarê Ezazê revand û radestî çeteyên "Polîsên leşkerî" yên li navenda bajarokê Bilbilê kir.

Navendê destnîşan kir ku çeteyên "Polîsên leşkerî" 23’yê Tebaxê li Cindirêsê bi ser gelek malan de girtin û hejmarek welatî revandin. Ji welatiyên hatine revandin ev hatin zanîn; Kanîwar Îsmaîl Hebeş (23), Reşîd Rifet (30), Derwîş Madî (58), Mihemed Mihemed Kolîn û Hemed Reşîd Hebîb.

Navendê diyar kir ku çarenûsa kesên hatine revandin, nayîn zanîn. Her wiha destnîşan kir ku çete li beramberî serbestberdana revandiyan fidiyê ji malbatên wan dixwaze.

(bb)