Misir û Îmarat despêşxeriya Trump ya rawestandina şerê li Xezayê pêşwazî kirin

Misir û Îmarat pêşwaziya destpêşxeriya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo rawestandina Şerê Xezayê kirin. Her du welatan teqez kirin ku girîngiya vê destpêşxeriyê rê li ber aştiyeke berfireh li herêmê vedike.

Misir û Îmarat despêşxeriya Trump ya rawestandina şerê li Xezayê pêşwazî kirin
29 îlon, 2025   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Misrê Ebdulfetah El Sîsî û Serokkomarê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayed El Nehyan pêşwaziya destpêşxeriya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo rawestandina şerê li Xezayê kirin û destnîşan kirin ku ev ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê li herêmê pir girîng e.

Li gorî daxuyaniya serokatiya Misir, li Qahîreyê, serokkomarê Misriê, pêşwaziya hempîşeyê xwe yê Îmaratî kir, ev serdan berdewamiya şêwirmendiyên berdewam û hevrêziya nêzîk a di navbera serokatiya “her du welatên bira” de ye.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan li ser pêşketinên herêmî, li Xezayê, pêwîstiya bidawîanîna şer û alîkariyên mirovî derbasî Xezayê bibe, gotubêj kirin.

Çend welatên erebî û îslamî berê piştgiriya xwe ji bo pêşniyara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo rawestandina şerê li Xezayê nîşan dabûn. Pêşniyar ji 21 xalan pêk tê, di nav de serbestberdana hemî dîlên Îsraîlî û bi sedan girtiyên Filistînî, di nav de yên ku cezayê heta hetayê distînin.

(ac/şx)

ANHA