Rojnameyeke îsraîlî hûrgiliyên "belgeya Blair" eşkere kir

Di raporên çapemeniyê yên îsraîlî de, wesîqeya serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair hate aşkerakirin.

Rojnameyeke îsraîlî hûrgiliyên "belgeya Blair" eşkere kir
29 îlon, 2025   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya îsraîlî “Haaretz” raporek li ser belgeya serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair weşand. Li gorî raporê, Blair pêşniyar dike ku “herêmeke rêveberiya demkî ya navneteweyî li Xezayê piştî şer bê avakirin. Navê wê Desteya Demkî ya Navneteweyî ya Xezayê (GITA) be. Ev deste, roleke sînordar dide filistîniyan ku kar û barên xwe yên rojane bê serxwebûneke siyasî, bi rêve bibin. 

Li gorî belgeyê, meclisa bilind a vê desteyê, dê ji dîplomat û kesayetên aborî yên navdar pêk were, di nav wan de koordînatora NY ya ji bo pêvajoya aştiyê Sigrid Kaag, karsazê misrî Nacîb Sawiris, Mark Rowan ê amerîkî û Aryeh Lightstone ku bi projeyên amerîkî li Xezayê ve girêdayî ye. Blair di belgeyê de navê xwe ji bo serokatiya desteyê daye.

Ev plana ku beriya hefteyan hatiye danîn, li ser sazûmaniya rêveberiya pirastî hatiye avakirin. Ji desteya navneteweyî ya ku biryaran digire, dest pê dike û heta digihêje avakirina desteyeke rêveber a bêalî ya filistînî ku kar û barên sivîl bi rêve dibe. Di sala yekemîn de, kar û xebatên desteyê ji Qahîra, Erîşe û Emmanê tên birêvebirin dûre li Xezayê.

Der barê dosyaya ewlehiyê de, plan erkên berfirehtir dide komîserê çavdêriya ewlehiyê, di heman demê de xwe dispêre 3 hêzên meydanî; yekîneyeke parastinê ji bo rayedarên desteyê bi beşdariya erebî û navneteweyî, hêzeke polîsên sivîl a filistînî ya "bêalî" û hêzeke îstîqrarê ya navneteweyî ku derî û korîdorên ser sînor kontrol dike û rê li pêşiya qaçaxcitiya çekan digire. Lê ev pêşniyar ne li gorî helwesta serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ye ku dixwaze desthilata ewlehiyê ya li Xezayê bi temamî di destê Îsraîlê de be.

Li gorî rojnameya îsraîlî, budçeya xebitandina desteyê di sala yekem de bi qasî 90 milyon dolar e. dibe sala sêyemîn bigihêje 164 milyon dolarî beyî ku lêçûna ji nû ve avakirinê, xêrxwaziyê û mirovahiyê bê hesibandin.

Li gorî belgeyê armanca dawîn, radestkirina rêveberiya Xezayê ji desthilata Filistînê di 3 salan de ye lê dema bicihanîna wê nehate diyarkirin.

(ac/şx)

ANHA