Mîrateyeke herêma Dêrazorê; hesinkariya erebî

Salih El Subêh di dikaneke li sûka bajarê Hecînê yê kantona Dêrazorê de hesinkariyê dike. Subêh amûrên ku li herêma wî di kar û xebatan de tên bikaranîn çêdike, hem jî vê pîşeya dîrokî diparêze.

Mîrateyeke herêma Dêrazorê; hesinkariya erebî
Mîrateyeke herêma Dêrazorê; hesinkariya erebî
Mîrateyeke herêma Dêrazorê; hesinkariya erebî
Mîrateyeke herêma Dêrazorê; hesinkariya erebî
Mîrateyeke herêma Dêrazorê; hesinkariya erebî
16 nîsan, 2025   03:45
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Salih Ebû Subêh (Ebû Subêh) di dikaneke biçûk a li kolaneke bajarê kevn ê Hecînê de dixebite. Parçeyên hesin dihelîne û jê amûrên ji bo cotkariyê û karên li herêmê pêwîst in, çêdike. Hesinkariya erebî ya bi destkariyê ji pîşeyên sereke yên herêma Firatê ye û hîn jî di xebatên xwe yên çandiniyê û yên malan de bi kar tînin.

Ebû Subêh hemû amûr û kel û pelên çandinî û sewalvaniyê wekî tevşo, das, kuling, bêr, kêrên hesinî û dergûşên hesinî yên zarokan çêdike. Wî ev pîşe ji bavê xwe wergirtiye. Bavê wî jî di sala 1960'an de ji Iraqê fêrî wê bûye û îro jî ji malbatê re bûye çavkaniya debara jiyanê ku êdî dikana Ebû Subêh li seranserî herêmê deng vedaye.

Dikana Ebû Subêh ji dikanên pêşîn ên hesinkariya erebî yên bajarê Hecînê ye. Şêniyên gundewarê kantona Dêrazorê jî ji ber kalîteya kel û pelên wê, dixwazin ji vê dikanê amûran bikirin.

Ebû Subêh (37) bi hezkirineke mezin nêzîkî pîşeya xwe dibe û wê wekî behreyekê û beşeke ji nasname û çanda xwe dibîne. Ebû Subêh got: "Pîşeya me nîşana mayîndeyî û domdariyê ye. Em xwe dispêrin destkariyê û pêdiviya me bi makîneyên nûjen tune ye. Afirîneriya me jî di destkariyê de diyar dibe.”

Her wiha diyar kir ku tevî pêşketina ku di serdema niha de, dîsa jî xelk berê xwe dide wî da ku pîşeyên destkariyê yên resen fêr bibe.

Subêh destnîşan kir ku ji seranserî gundewarên kantonê şênî kel û pelên xwe ji ba wî dikirin û got: "Serkeftina me bi sedema başbûna kalîteya karê me ye. Ev jî têkiliya me bi şêniyan re xurt dike.”

Şêniyê ji bajarê Hecînê Xalid Ebdullah jî got: "Em pêdiviyên xwe ji ba Ebû Subêh dikirin. Li herêma me çandinî û pîşesaziyê navdar e. Ji ber wê jî pêwistiya me bi amûrên ku ew çêdike, heye. Tevî hebûna amûrên nûjen lê dîsa jî yên destkariyê baştir in.”

(mh)

ANHA