Li 7 gundên Dêrazorê komîn hatin avakirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê li 7 gundên ku berê di bin desthilata rejîma Baasê de bûn, komîn û meclisên xwecih ava kirin.

Li 7 gundên Dêrazorê komîn hatin avakirin
16 nîsan, 2025   05:06
DÊRAZOR

Li gundên Huseyniye, El Salihiye, Hatla, Marat, Mezlûm, Xeşam û Tabiyê yên kantona Dêrazorê ku berê di bin desthilata rejîma Baasê de bûn, Meclisa Herêma Rojava ya kantonê dest bi birêxistinkirinê kiribû. Li wan gundan komîn û meclis û komîte hatin avakirin da ku kar û barên gundiyan bi rêxistin bikin.

Hevserokê Meclisa Herêma Rojava ya Kantona Dêrazorê Fayiz El Kihêt diyar kir ku ev pêngav di çarçoveya birêxistinkirina civaka li herêmên ku berê di bin desthilata rejîma Baasê de bûn, pêk tê. Her wiha destnîşan kir ku wan destpêkê serdana şêniyan û rûspiyên herêmê kir û xebatên Rêveberiya Xweser ji wan re şîrove kirin û ev xebat ji aliyê şêniyên herêmê ve bi dilxweşî hat pêşwazîkirin.

Fayîz El Kihêt diyar kir ku ji ber tevgera koçberiyê amarên serjimariyê yên fermî nehatine berhevkirin. Lê li gorî amarên destpêkê nêzîkî hezar û 500 malbat vegeriyane gundên Huseyniye û El Salihiye, 5 hezar gundê Hatla, 4 hezar gundê Marat, hezar û 700 gundê Mezlûm, 2 hezar û 750 gundê Xeşam, û 2 hezar û 500 malbat vegeriyane gundê Tabiya. Tê pêşbînkirin ku ev hejmar zêdetir bibin.

Komîn bi hilbijartinan hatin avakirin da ku nûnertiya hemû beşên civakê bê kirin.

Ev 7 gund li aliyê rojhilatê çemê Firatê li bejahiya Dêrazorê ne. Ew berê di bin desthilata rejîma Baasê de bûn, lê niha ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve tên birêvebirin.

(k)

ANHA