Mîqdara ard a ku derbasî Siwêdayê bûye têrê nake

Krîza dabînkirina nan li bajarê Siwêdayê barê welatiyan zêdetir kiriye. Piştî qutbûna rêya Şam-Siwêdayê bajar kete krîzek tûj.

Mîqdara ard a ku derbasî Siwêdayê bûye têrê nake
11 sibat, 2026   17:51
SIWÊDA

Krîza peydakirina nan li bajarê Siwêdayê, li gel rawestandina tevahî firnan a ji ber nebûna ard û dahatîbûna wê ji hefteyekê ve, didome.

Vê sibehê mîqdarek ard nêzî 500 ton ard derbasî Siwêdayê bû, lê şêniyan da zanîn ku ev mîqdar têrê nake.

Hejmarek şêniyên bajêr ji çend rojan ve azara kêmbûna dijwar a nan dikişînin, ji ber wê neçar dibin ku bi bihayekî zêdetirî li altarnatîfên bigerin.

Yek ji xwediyên xwaringehekê li Siwêdayê Xalid El Şatir got ew êşên nebûna nanê firneyên normal dikişînin û neçar dibin nanê siyahî (geştiyaran) bikirin.

Li aliyekî din jî xwediyê firna El Sukerî Qasim Ebdusemed diyar kir ku sedema sereke ya krîzê qutbûna ard ji ser firnan bi awayekî dubare ye, ji ber ku rêya Şam-Siwêdayê hatiye girtin.

Welatî Xazî El Meênî jî da zanîn ku ji 5 rojan ve krîzek pir dijwar a peydakirina nan heye, gelo aqûbeta malbatên zarokên wan hene çi ye? Şênî neçar dibin ku nexalê (êmê pez) an jî ceh bi bihayên bilind bikirin û bikin nan.

Ebdulkerîm El Etwanî diyar kir ku dubarebûna krîza nan êdî barê welatiyan girantir kiriye, herî zêde zarok û temenmezin berdêlê vê siyasetê didin.

(fr)

ANHA