Mijarên sereke yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih da nakokiya li Kerkûkê, têkiliyên Îran û Rûsyayê û nerazîbûna Misirê ya li hember nexşeya Îsraîlê.

Mijarên sereke yên rojnameyên erebî
4 îlon, 2024   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londonye têkildarî rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê nûçeyek bi sernavê "Aloziya hundirîn û hevrikiya herêmî li Kerkûkê rê li pêşiya aloziyên din vedike" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku di encama berjewendiyên nakok ên hêzên siyasî yên Iraqê de, aloziyên siyasî li Kerkûkê berdewam in.

Rojnameyê cih da nirxandinên hin analîzvanan ku pêşeroja Kerkûkê gelek hesas e ji ber ku hêzên siyasî li ser projeyên siyasî li hev nekiriye û dibe bi xwe re aloziyên hundirîn derxin. Ev hêz di hikumetê de ne lê nakokiyên di navbera wan de berdewam in, ji ber wê îhtimal heye aloziyên din derkevin.

Rojnameyê destnîşan kir ku nakokiya siyasî li Kerkûkê xwecih lê hêzên herêmî hinek eleqedarî nîşanî meclisa parêzgehê da û ji ber wê bi nêrîna rojnameyê aloziya li Kerkûkê berdewama hevrikiya di navbera Tirkiye û Îranê li ser kontrolkirina herêmê ye û her du jî rewşeke siyasî li gorî berjewendiyên xwe biafirînin.

Rojnameyê bal kişand ser mijarên din ên ku ji ber wê Tirkiye girîngiyeke mezin dide Kerkûkê, mîna petrolê ku li Kerkûkê zeviyê Baba Kerker û 5 zeviyên din ên mezin hene ku rezerva wê nêzî 13 milyar bermîl e û jê rojane 400 hezar bermîl petrol jê tê derxistin.

‘TEHRANÊ JI RÛSYAYÊ XWEST RÊZÊ JI BERJEWENDIYÊN WÊ YÊN LI KAFKASYAYÊ RE BIGIRE’

Rojnameya Şerq El Ewsat bi vê sernavê cih da têkiliyên Îran-Rûsyayê û bi bîr xist ku Îranê gazî balyozê Rûsyayê kiriye û ew agahdar kiriye ku "divê rêzê ji rêgezên serdestiya nîştimanî û axên dewletên din re bê girtin". Rojnameyê ev gav, bi tevgereke dîplomatîk a "kêm caran li ser asta têkiliyên xurt ên di navbera Îranê û Rûsyayê de çêdibe" wesifand.

Li gorî rojnameyê ev gav, nîşaneyeke din e ku helwestên Rûsya û Îranê li hember rewşa Kafkasyayê cuda ye û piştî ku Moskovê ragihand ew pabendî lihevkirina vekirina korîdoran e, Îranê gazî balyozê Rûsyayê Aleksey Dedov kir.

Rojnameyê da zanîn ku Lavrov serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan rexne kiribû ku di daxuyaniyên xwe de derengxistina pêkanîna bendên lihevkirina agirbestê bi Azerbeycanê re, bi taybet vekirina "Korîdora Zengezûrê" derewandibû.

Rojnameyê axaftina Lavrov a li Tehranê şîrove kir ku Rûsya piştgiriya Bakuyê dike û nerazîbûnên Tehranê paşguh dike, nemaze ku li gorî Tehranê ev lihevkirin, bêyî beşdariya wê çêbûne û wek binpêkirina berjewendiyên aborî û tîcarî yên Îranê wesifandin.

Rojnameyê cih da analîzên hin pisporan ku Îran ditirse sînorên wê bi Ermenistanê re qut bibe û dê bi wê re Tirkiye û Azerbeycan Îranê li Kafkasyayê tengav bikin.

‘MISIR JI ‘NEXŞEYA NETANYAHU’ NE RAZÎ YE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser rewşa di navbera Misir û Îsraîlê de û da zanîn ku Misirê bi rêya aliyên dîplomatîk nerazîbûna xwe ya ji nexşeya serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandiye Îsraîlê.

Li gorî rojnameyê, sedemeke sereke ya nerazîbûna Misirê ji vê nexşeyê jî Philadelphiyê ye ku Îsraîl di nexşeyê de wek herêmeke leşkerî bi nav kiriye û ev jî li dijî lihevkirina Camp David a 1979`an e.

Rojnameyê bi bîr xist ku beriya civîna çapemeniyê ya ku Netanyahu tê de behsa nexşeyê kiriye û gotiye Misir berpirsa qaçaxçîtiya çekan ji Xezayê re ye, peywendî di navbera rayedarên îsraîlî û misrî de çêbûne. Rayedarên îsraîlê nameyeke Netanyahu ragihandiye Misirê ku têkildarî eniya Philadelphiyê amade ye bi Misirê diyalogê bike lê rayedarên misirî forma lihevkirinê red kiriye û destnîşan kiriye ku ew bi tu awayî dan û standinê li ser çarenûsa eniyê qebûl nakin, divê destpêkê Îsraîl soz bide ku ji eniyê vekişe.

Rojnameyê di heman demê de îşaret pê kir Misir û Tirkiyeyê li hev kiriye daxuyaniyeke hevbeş dawiya serdana serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî ya ji bo Enqereyê bide. Qahîre û Enqere di wê daxuyaniyê de teqezî bi pêwîstiya pêkanîna bendên lihevkirina li Xezayê û hevkariya li ser avakirina rêveberiyeke sivîl dikin.

(şx)