Li Idlib û Helebê greva mamosteyan

Mamosteyên li Idlib û Helebê îro ji ber ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê guh nade perwerdeya li dibistanan, girev kirin û dersdayin rawestandin.

Li Idlib û Helebê greva mamosteyan
9 mijdar, 2025   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hemleya "Greva Rûmetê" de, mamosteyên li Idlib û Helebê li dijî polîtîkayên Wezareta Perwerdehiyê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, dersdayin li çend dibistanan rawestandin. Çalakvanan pankartên bi nivîsîn ku paşguhlirina sektora perwerdehiyê û mamosteyan şermezar dikin, bilind kirin.

Mamosteyan destnîşan kirin ku mûçeyên mehane yên mamosteyan pir kêm bûne û daxwaza pêkanîna mafên xwe yên rewa û peydakirina jiyanek baş bo xwe kirin.

Di daxuyaniyekê de ku ji hêla "Hevpeymaniya Mamosteyên Azad ên Sûriyeyê" ve hat weşandin, hat diyarkirin ku aramanca rawestandina dersdayînê li dibistanên li Idlib û deverên derdora wê zextê li hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Rêveberiya Perwerdehiyê bikin da ku mûçeyên mamosteyan zêde bike.

Li gundewarên rojavayê Helebê jî, mamosteyên dibistanên Atarib û Saharayê daxuyaniyek weşandin û diyar kir ku wan dersdayîn rawestandiye.

Mamosteyan sedemên helwesta xwe wek nerazîbûna li dijî xirabûna şert û mercên jiyana mamosteyan, kêmbûna mûçeyên wan û nebûna pêdiviyên bingehîn ji bo proseya perwerdehiyê, nîşan dan. Mamosteyan got ku li dibistanan pirtûk û qirtasiye kêm in û rayedarên pêwendîdar ti guh nadin wan.

Mamosteyan bang li civaka sivîl û civaka herêmî kir ku piştgiriyê bidin wan û der barê berdewamiya paşguhkirina mamosteyan û sektora perwerdehiyê de, hişyarî dan.

(k)