Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊan bi dawî bû

Di çalakiyên bidawîbûna Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11'emîn de, HRRK'ê xelata Afirînerî ya salane ya 2025'an da 2 nivîskaran.

30 kanûn, 2025   22:14
QAMIŞLO

Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11'emîn a ya li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) a li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê bi dirûşma "Asmanê welêt têra xewnên me hemûyan dike" hatibû lidarxistin, bi pêşkêşkirina xelata Afirînerî ya salane ya 2025ˊan bi dawî bû.

Di merasîma dawiya mîhrîcanê de rewşenbîr, nivîskar û hezkiriyên çandê, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

HRRK'ê di şahiyê de diyar kir ku xelata neqdî ya ji bo nivîskar Dilawerê Zengî û Ebas Îsmaîl re hatiye pêşkêşkirin ji aliyê bijîşk Şêrîn Gemo ve ye, li kêlek wê jî mertalek tedqîrê ji wan re hat pêşkêşkirin.

Şahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre Mihemed Eşref helbestên helbestvan Melayê Cizîrî xwendin.

Her du nivîskarên xelatgirtî spasiya HRRK'ê kir û got ev xelat wê hîna karê wan zêdetir bike û xizmetî çandê li Rojavayê Kurdistanê bidomînin.

Di dawiya şahiyê de helbestvan Mihemed Eşref ji bo pîrozkirina herdu nivîskaran helbest xwend.

Çalakiyên Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊan di 20'ê Kanûnê de dest pê kir û heta 30'ê Kanûnê dewam kirin. Di mîhrîcanê de panel, şano, xwendina helbest, çîrokan, stran hatin pêşkêşkirin.

(mh/fr)

ANHA