Li Siwêdayê malên welatiyan û mezargehek hatin şewitandin

Komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarokê Mezrea yê gundewarê rojavayê Siwêdayê êrişî malên welatiyan û mezargeheke olî kir û şewitandin.

Li Siwêdayê malên welatiyan û mezargehek hatin şewitandin
30 kanûn, 2025   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Siwêdayê diyar kir ku komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê li gundewarê Siwêdayê êrişî malên welatiyan kir.

Nûçegihan diyar kir ku çekdarên hikumeta veguhêz malên welatiyên gundê Mezrea yê gundewarê Siwêdayê û mezargeheke olî şewitandin

(fr)