Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava di Mijdarê de li dar dikeve

5’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava dê di meha Mijdarê de were lidarxistin. Heta niha ji bo beşdarbûna mîhrîcanê serlêdana 120 filman hatiye kirin.

Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava di Mijdarê de li dar dikeve
23 îlon, 2025   09:14
QAMIŞLO

5’emîn Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava dê di navbera 13-20’ê Mijdara 2025’an de, li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê lidarxistin. Mîhrîcan ji aliyê Komîna Film a Rojava ve tê lidarxistin. Mîhrîcan di bin dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” de bê lidarxistin. Dê mîhrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û cihekî ku hîn nehatiye diyarkirin bê lidarxistin. 

Komîna Film a Rojava di 13’ê Tebaxê de lidarxistina mîhrîcanê îlan kir. Ji wê demê heta niha 120 filmên ji herçar parçeyên Kurdistanê, hindirê Sûriyê, welatên Ewropayê, Emerîka û Efrîqayê, welatên Rojhilata Navîn serdana mîhrîcanê kirine.

Dê heta 30’ê îlonê film bên pejirandin. Heta niha Komînê sînorek ji hêjmara filman re nedaniye. 

Endamê Komîteya Amadekar Raman Berzencî diyar kir ku mercê wan ewe ku filmên serlêdan bikin şoreşgerî, li ser azadiya gelan, koçberiyê, têkoşîna gelan be. Filmên kurt, dirêj, belgefilm bên pejirandin.

Kes dikarin bi senaryoyan jî beşdar bibin. Dê weke pêşbirkekî di navbera senaryoyan de bê çêkirin.

Ji derveyî nîşandana filman, dê derhênerên filman jî semîneran bidin, li ser filmên xwe û sînemayê bi temaşevanan re goftogoyan bimeşînin.

Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava cara yekem di Mijdara 2016’an de pêk hat. Ya duyemîn di 13’ê Mijdara 2017 li Qamiloyê, ya 3’emîn di Mijdara 2018’an de li Kobanê û ya 4’emîn di 13’ê Mijdara 2019’an de li Qamişloyê pêk hat. Dê mîhrîcana 5’emîn di 2022’an de pêk bihata. Lê ji ber şert û mercên ewlekariyê pêk nehat. Piştî 5 salan dê di navbera 13-20’ê Mijdara 2025’an de bê lidarxistin. 

(bî)

ANHA