Mihemedê Mûsê xebatên navmala Kurdî vegotin

Sekreterê Partiya Çep Mihemedê Mûsê, destnîşan kir ku derfetên avakirina helwesta yekpare ya di navmala Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê de, hene û xebatên wan ên di vê mijarê de didomin.

Mihemedê Mûsê xebatên navmala Kurdî vegotin
19 sibat, 2025   07:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemedê Mûsê, xebatên ji bo avakirina helwesta yekpare ya partiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê û amadekariyên konferansa yekîtiya Kurd a tê xwestin were pêkanîn, ji ANHA’yê re vegotin. 

Mihemedê Mûsê bibîr xist ku ji bo avakirina nerîneke siyasî ya hevbeş a di navbera partiyên Kurd de gelek hewildan hatine çêkirin û hevdîtinên bi ENKS’ê re, serdana Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî ya Hewlerê wekî mînak dan.

Mihemedê Mûsê da zanîn ku şandeyên hêzên wekî Amerîka û Fransa jî di vê mijarê de bi derdorên Kurd re hevdîtin kirine.

Sekreterê Partiya Çep diyar kir ku ji bo avakirina Sûriyeyek nû û bidestxistina mafên gelê Kurd ew jî wekî Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) di nava hewldanan de ne û got: “Ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd û hemû pêkhateyên li herêmê em dixwazin bi yek nêrîn û yek şandeyê berê xwe bidin Şamê û danûstendinan bikin.”

`HÎN EM NEGIHIŞTINE RÊKEFTINEKÊ`

Mihemedê Mûsê bal kişand ku heta niha di navbera wan û ENKS’ê de derfeta hevdîtinê çênebûye, lê bi rêya navbeyînkaran danûstendinên wan hene. Mihemedê Musê têkildarî van danûstendinan jî ev agahî parve kirin: “Me wisa fêm kiriye ku ENKS dixwaze vegere ser nêrîna hevbeş a ku me sala 2020`an li ser li hev kiribû. Niha jî derfeta avakirina nêrîneke hevbeş heye. Heta niha ti belgeyên hevbeş di navbera PYNK`ê û ENKS`ê de nehatiye çêkirin û heta niha em negihîştine rêkeftinekê, lê hêviyên me hene. Weke PYNK`ê em ê xebatên xwe dewam bikin. Di qenaeta me de di navbera me û ENKS`ê de xalên hevbeş hene, derfeta ku em bikarbin wesîqeyeke (belgeyek) hevbeş çêbikin jî heye. Li ser wê xebat tê kirin.”

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemedê Mûsê da zanîn ku ji bo pêkanîna konferansa avakirina helwesta yekpare ya Kurdî jî xebatên amadekariyê berdewam dikin, lê heta niha ENKS`ê negotiye erê.

NÊRÎNA 2020’AN

16’ê Hezîrana sala 2020’an şandeyên ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) li bajarê Hesekê pêvajoya yekemîn a diyaloga Kurd-Kurd bi dawî kirin û gihîştin encamekê.

Piştî civînê daxuyaniyek hevbeş hatibû dayîn, lihevkirineke destpêkê û nerîneke siyasî ya hevbeş hatibû ragihandin.

Herdu şandeyan bal kişandibûn ser girîngiya hevkarî û yekîtiya Kurd a li Sûriyeyê, ev gav weke gaveke dîrokî ya ber bi lihevkirinek mezin û piratîkî ve bi nav kiribûn.

(a)

ANHA