Wesiyeta Egîdê Efrînê Berxwedan e- JIYAN HESEKÊ

Wesiyeta Egîdê Efrînê Berxwedan e- JIYAN HESEKÊ
19 sibat, 2025   08:00

 Rojnamevan Egîd Roj di peyama xwe ya rojên dawî li ser bendava Tişrînê de wesiyeta bilindkirina berxwedanê daye û cîh daye van rêzikan: “Bira û rêhevalê min Dijwar, tu li pira Qereqozaxê bi çeka xwe, ez jî li bendava Tişrînê bi pênûs û kamereya xwe, em ê bi hev re dengê berxwedanê heta bilindahiya çiyayan bilind bikin û bigihînin her derê.”

Warê afirênkariya çanda li derdora çandiniyê hatî raçandin û her ku koka xwe berdaye kuraniya axa bibereket ewqas jî bi gewde bûyî û bûye dergûşa mezin kirina Egîdan. Wargeha dara zeytûnê di nava xemla xwezaya bajarê ku bi bedewiya xwe bûye mijara çîrokên şevan ên li ber roniya find û şemalan ku zarok li ber ketine xewê. Bûye serdilka dengbêjiya dengbêjên navdar ên weke Bavê Salah ku li ser kilamên destanî gotiye.

Efrîn ew rengê rûyê xwezayê yê ku weke bi pênûsê hatî xêzkirin, ji ber wê nîgariya li hev hatiye ku rojnamevan û akademîsiyen Nagihan Akarsel di dosya xwe ya bi navê “Ji merceka jineolojî Efrîn`` de dibêje: “Efrîn, yekane bajarê ku cewherê wê di wêneyê rûyê wê de xuya dibe.”

Şervan Sîdo bi nasnav Egîd Roj sala 1997`an li nava vî bajarê ku herî baş rojnamevan Nagihan pênaseya wê di yek hevokê de cewher kiriye de, yekem henaseya hatina jiyanê girtiye. Hêj nehatî diniyayê malbatê refên xwe diyar kiriye, cihê xwe di nava komên cephewî yên xizmeta welatê xwe de girtine. Wan navê şoreşgerên welat li zarokên xwe kirin. Bi heman şêweyî navê yek ji wan şoreşgeran li Şervan jî kirin û bi çîrokên fedekariya wan mezin kirin. Şervan hêj ciwan bû dema ku li welatê wî pêla şoreşê bilind dibû û her kesê dixwest cihê xwe di xizmeta şoreşê de bigire. Şervan bê sebir bû û li benda temen nesekinî, hê ciwanek biçûk bû dema dest bi xebatê kir. Di 4`ê çileya 2012`an li Efrînê tevlî nava xebatên şoreşê dibe. Ewqasî ji dil kar dike, temenê wî yê biçûk di bin siya xebata wî ya mezin de dimîne. Bi perwerdeyên pîşeyî, leşkerî û bîrdozî xwe di nava şoreşê de pêş dixe û wê lêhurbûnê erkên xwe bi rêk û pêk bi cih tîne.

Weke nûçegihanê şer cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt, heta kêliya dawiyê jî bi heman enerjiya roja despêkê xebitî. Di eniya cenga Helebê de dema kêliyên şerê germ dişopand, birîndar dibe. Enerjiya wî ya ciwaniyê birînên wî zû cebirand û cardin berê wî da qada cengê. Di sala 2018`an de êrîşên dagirkeriya Tirkiye û çeteyên girêdayî wê li ser Efrînê bandorek mezin li ser Egîdê ku lîstokên zarokatiya wî li nava wî bajarî derbasbûyî dike. Ew zêdetirî 2 mehan di eniyên şer de li kêleka şervanan rewşa berxwedanê şopand û belge kir. Piştre bi demdirêj rewşa gelê me yê koçber ên li kampên herêma Şehba belge kir û salên dirêj di vê herêmê de kar kir

Rêheval Egîd kevneşopiya ragihandina azad di xwe de jiyanî kiribû, jilewra yek kêliyê ji şopandina heqîqetê dûr neket. Egîd, weke şervanekî di eniya şer de ji kêliya despêkê ya berxwedana Şêx Meqsudê heta Efrîn û Şehbayê herî dawî jî li Tişrînê şopnandina eniyên berxwedanê dewam kir. Ji serkeftina xebata 11 salan di qada çapemeniyê de xebitî û heta nefesa xwe ya dawiyê jî kêliyên berxwedanê bi belge dikir.

Weke rojnemevanekî heqîqetê di şopa ronîkirina rastiyan de ji bo bê bandorkirina şerê taybet ê dewleta dagirker rolekî sereke lîst û rastiya berxwedaniya gel û şervanan li Bendava Tişrînê bi dîmen û wêneyên xwe ji tevahiya cîhanê re ragihand. Biriyar dabû heta ku 58 rojan ji şopandina berxwedana gel a li bendava Tişrînê ku ev hejmar nîşaneya berxwedana Efrînêye jî temam neke, wê dev ji berxwedana bendavê bernede. Piştî rêwîtiya salan a ked û xebatê, hevrê Egîd Roj 15`ê Sibata 2025`an li bendava Tişrînê, dema çalakvanên bajarê Hesekê nobeta berxwedanê dewrî bajarê Qamişloyê dikirin dişopand, ji aliyê balefirên bê mirov ên dewleta tirk ve hate hedefgirtin û gihîşt asta şehadetê

Di hemû kêliyên jiyana wî de herî zêde dagirkirina Efrînê birînek kûr hêla û di her kêliyê de qala wê yekê dikir ku wê rojek bê û ewê li Efrîna azad vegerin. Li ser wî hêviyê bi salan çîrokên koçberên Efrînê yên li kampên penaberan ên Şehbayê diman guhdarî dikir û dinivîsand. Bi xebata xwe ya bê rawestan xwe xistibû dilê hemû dayikên Efrînê û heskiriyê bin konên hemû penaberên kampên Şehbayê.

`HER KÊLÎ Û HER LÊDANA DIL WÊ DI XIZMETA WELAT DE BE`

Ji pênûsa rojnamevan Egîd Roj çend rêzikên biwateyek kûr hatine rêzkirin li ser bajarê wî yê herî zêde jê hez dikir; Efrînê wiha ne: “Berxwedana Efrînê, çiyayên wê, Şehbayê, kampên wê û niha jî li Bendava Tişrînê bû wateya herî bilind a sebr û îradeya ku ez ê her kêlî, her lêdana dil û her awirên lehengên me yên ku ji bo zindîkirina xewna me têkoşiyan, bibîr bînim. Lê di nava vê tariyê de, di dilê her berxwedanvanek de ronahiyek heye. Pêleka hêviyê heye ku qet namire. Erê, dibe ku ez bi xwe serketinê nebînim, lê ez bawer dikim ku bajarê min Efrîn wê rojekê azad bibe. Efrîna ku di dîroka xwe de taybetmendiyên şaristanî û rûmetê hilgirtiye û li hemberî hêzên herî hov ên bêdadiyê, dîmenên herî bilind ên sekna xwe dîtiye. Ji vê derê, ji welatê bendavê, ez ji we re dibêjim, bêhêvî nebin û bêhêvîbûnê nexin dilê xwe. Ji ber ku serketin teqez e. Kolanên Efrînê wê mîna rojên xwe yên xweş bi coş û hêviyê dagirtî be. Hêvîdar im zarokên wê bê tirs vegerin û li taxên wê bilîzin û tava azadiyê li çiyayên wê bibiriqe û tarîtiya dagirkeriyê ji holê rabike. Efrîna ku min bi dil û can jê hez kir û her tim çavkaniya îlhama min e, çiqasî dem bikeve navberê jî ev hest bi dawî nabe.”

`MIN JI HEVALAN BAWER KIR Û JI WAN HEZ KIR`

Dayika Siadet dilorîna li ser Egîdê xwe de tîne ziman ku ew bi jiyana hevalan, dan û sitandinên wan badorbûye û mala xwe ji hevalan re vekiriye. Herî zêde jî mêvanên mala wê heval bûne û wê gelek ji wan mêvanên xwe hez kiriye. Zarokên xwe yên her yek delaliyek li ber dilê dayika xwe ne jî li ser wê rêgeza heskirina şoreşgerên welatê xwe mezin kiriye. Ji ber wê ye di serî de Egîd li peyî wî jî du xwişk û birayek berê xwe didin nava refên parêzvaniya welatê xwe. Ew dizane çi zarokên şîrhelal mezin kirine ji wê ye di dewamiya lorînên xwe de dibêje; ``Ez ê konê xwe li bendava Tişrînê deynim û wê çepera berxwedanê bernedim û nehêlim dagirker bendavê derbas bikin.`` Dewam dike û dibêje; ``Serê min bi te bilinde Egîd ê min.`` 

AZADÎ ENERJIYEKE

Li Kurdistanê Egîdî bilindbûna ber bi asoyane, gihiştina stêrkan e ji lewra pênase kirina wê bi sitêrak berbangê re yeksane. Ji ber wê jî li hinek herêmên Kurdistanê ji stêrka berbangê re stêrka Egîdan tê gotin. Wateya wê çelengî, şiyarî û baldariye ku mirov di berbangê de li ser xwe ye û şiyarê welat, gel û erdnîgariya xwe ye. Ji ber wê li Kurdistanê Egîd navek efsanewî û meznahiya dilnizim a bi berpirsariya xwezayiye, xweşmêrbûn û camêrî di vê radeyê de ye, ji lewra xwe derbaskirin e û gihiştina kemalê ye. Ev di kesayeta Mahsum Korkmaz ê paşê nasnavê Egîd digire û dibe yek ji efsaneyên herî navdar û jîndar e li welatê Mezra Botanê.

Rojnamevan Egîd Roj jî di ferqa vê pênaseyê de nasnavê Egîd li xwe dike û ser wê yekê di nivîsa xwe ya dawiyê de gotiye: `` Em hêviya azadiyê, ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan digirin. Em ji ramana wî fêr bûn ku azadî ne tenê dirûşme, di heman demê de enerjiyeke di hundirê me de ye. Serketin wê bi hêsanî pêk neyê. Lê bi îradeyeke xurt wê serketin mîsoger bibe.``

`ŞAHIDIYA DÎROKÊ DIKIM`

Di rêgezên rojnamegeriyê de xala bûyîna şahedê dîrokê, her nûçe, wêne û dîmenek digihîne ber destê xwêneran şahediya dîrokê ye. Rojnameger Egîd Roj di ferqa vê berpirsiyariya xwe ya dîrokî de berê xwe da bendava berxwedanê û di nivîsa xwe ya li ser bendavê nivîsî de gotiye: ``Ez ne tenê rojnamegerim, di heman demê de ez şahediya dîrokê dikim.``

`KÊLIYÊN BERXWEDANÊ ŞOPAND`

Derbarê kesayet, kar û xebata ku rojnamevan Egîd Roj di kêliyên Şorera Rojava de dayî meşandin QSD`ê ev agahî parve kir: “Rojnamevan Egîd Roj 2012`an bi pêşketina şoreşa Rojava re tevlî nav xebatên şoreşê bû û demekî di nav xebatên parastinê de cîh dirt. Piştre tevlî xebatên çapemeniyê bû û weke endamek ragihandina azad salên dirêj kar meşand. Ji Efrîn heta Şehba û Helebê di qada çapemeniyê de kedeke mezin da. Di şerê rizgarkirina van herêman ji komên çete de kêliyên vê berxwedanê şopand. Di sala 2018`an de, di êrişa dagirkeriya li ser Efrînê de zêdetirî du mehan di eniyên şer de, li kêleka şervanan rewşa berxwedanê şopand û belge kir. Rewşa gelê me yê koçber ên li kampên herêma Şehba belge kir û salên dirêj di vê herêmê de kar kir.”

Cenazeyê şehîd Egîd li Parkewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê bi beşdariya bi hezaran kesî hat oxirkirin.

`EGÎD REMZA KESAYETA BIŞEREF A KURD E`

Di merasîmê de nameya xwişka şehîd Egîd, Vejîn Ararat ku ew jî rojnamevan e û li çiyayên Kurdistanê di ragihandina YJA Star de berxwedana li dijî dagirkeriyê dişopîne, hat xwendin.  Vejîn di nameya xwe de anî ziman ku her oxirkirin ji bo wan dibe peymana israra jiyana azad û wiha domand: “Em îro careke din şahidiya oxirkirina egîdekî welat ê ber bi rojê vê dimeşe dikin. Her oxirkirin ji bo me dibe serbilindî, nîşaneya doza me ya mafdar û dibe sond û peymana israra jiyana azad. Divê em hemû bi şehadeta Egîd serbilind bin. Ji ber ku wî di rêkeke pir pîroz û birûmet de xwe gihand şehadetê. Wisa bizanin ku Egîd remza kesayeta bişeref a Kurd e û heya dawiyê dikarin bi xebat û têkoşîna wî serbilind bin. Her çi qas niha di van kêliyan de em pir xemgîn jî bin, em dizanin ku dema me welatê xwe, Efrîna xwe, ji destê neyaran rizgar kir, wê demê serfirazî û serbilindî dê şûna xemgîniyê dagire. Ji ber ku xeyala Egîdê me dîtina Efrîna rizgarkirî bû û ez wek xwişka wî û hevrêya wî ya têkoşînê, soz didim heya dawiyê li pey vê xeyala wî bimeşim.”

`EM Ê DENGÊ BERXWEDANÊ BIGIHÎNIN BILINDIYA ÇIYAYAN`

Birayê Egîd Dijwar Heleb jî li ser navê malbatê di merasîmê de axivî. Dijwar da zanîn ku beriya şehadetê bi çendekî pêre axiviye û gotiye: ``Tu li pira Qereqozaxê bi çeka xwe, ez jî li bendava Tişrînê bi pênûs û kamereya xwe, em ê bi hev re dengê berxwedanê heta bilindahiya çiyayan bilind bikin û bigihînin her derê.``

Xwişka wî Rojînda Roj jî da zanîn ku Egîd ji wê re gotiye divê roja me tarî nebe ji ber wê paşnavê xwe dike Roj û ji wê jî xwestiye nasnavê xwe bike Rojînda, êdî ew ê weke Roj Egîd soza şopandina daxwaziyên Egîd dewam bike.