Li gundewarê Dêrazorê dest bi jimartina pez hat kirin

Komîteya Çandiniyê bi hevkariya Yekitiya Cotkaran, ji bo şopandina rewşa xwedîkirina sewalan li herêmê û diyarkirina pêdiviyên xwediyên pez, dest bi pêvajoya jimartina pezên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê kir.

Li gundewarê Dêrazorê dest bi jimartina pez hat kirin
Li gundewarê Dêrazorê dest bi jimartina pez hat kirin
Li gundewarê Dêrazorê dest bi jimartina pez hat kirin
Li gundewarê Dêrazorê dest bi jimartina pez hat kirin
Li gundewarê Dêrazorê dest bi jimartina pez hat kirin
Li gundewarê Dêrazorê dest bi jimartina pez hat kirin
19 sibat, 2025   06:17
DÊRAZOR

Komîteya Çandiniyê bi hevkariya Yektiya Cotkaran li gundewarê rojhilatê Dêrezorê, bi armanca naskirina cureyên sewalan; mih, çêlek û bizin dest bi jimartineke fireh a pez kir. Ew yek di bin çavdêriya komîteya hevbeş de ku ji tevahî navendên çandiyê yên li gundewarê kantonê pêk tên, tê kirin. Da ku hejmara pez, cihê wan û rêjeya belavbûna wan li herêmê were diyarkirin.

Pêvajoya serjimariya pez li bajarên Ebû Herdon, Hecîn û bajarokê Ebû El Hesen dest pê kir û wê li herêmên Baxoz û Sosê jî serjimarî were destpêkirin.

Çavdêrên pêvajoyê diyar kir ku heta niha hejmarê xwediyên pez ku navên xwe qeyd kirine 3 hezar û 800 kes e. Nêzî milyonek û 350 hezar û 685 mih, 5 hezar û 514 çêlek hatin qeydkirin. Hîna jî pêvajoya serjimariyê didome.

Li gorî Komîteya Çandiniyê, ev pêvajo ji bo birêxistinkirina dewreyên belavkirina êm û pêşkêşkirina piştgiriya guncaw ji xwediyên pez re ye.

(fr)