Mihemedê Mûsê: Çîrok weke Erdogan û Behçelî difikirin kesayetî nîn e

Mihemedê Mûsê da zanîn ku bi berdewamkirina sîstema îşkence û qirkirinê dixwazin Rêber Abullah Ocalan dûr bixin û got; “Çîrok weke ku Erdogan û Behçelî difikirin ne kesayetî ye. Azadiya Rêber Apo, rizgariya milet e, çareseriya pirsgirêka milet e.Heke bi rêya Rêber Apo re diyalogê bikin, wê ji bo çareseriyê gelekî girîng be.”

Mihemedê Mûsê: Çîrok weke Erdogan û Behçelî difikirin kesayetî nîn e
8 mijdar, 2024   03:10
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî sîstema îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û daxuyaniyên rayedarên desthilatdariya AKP û MHP`ê yên derbarê Rêber Abdullah Ocalan de, Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemedê Mûsê ji ANHA`yê re axivî.

‘CIVAKA TIRKIYEYÊ JÎ JI WAN BAWER NAKE’

Mihemedê Mûsê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker nikare mîna demên berê gelê Kurd ê azadîxwaz bêdeng bike û got: “Doza ku bandorê li pêşeroja Tirkiyeyê dike, doza wê ya hundirîn e, ango ya gelê Kurd e. Doza Kurd nema bi rehetî tê veşartin û rêjîma Tirkiyeyê nikare ji nedîtî ve were. Lê hîn jî wisa nêzîk nabe. Lewma her ew îdîa dike ku êş û nexweşiyên li Tirkiyeyê ji derve tên. Caran dibêjin nexweşî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yanî Rojavayê Kurdistanê tê, cara din dibêjin ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Erdogan xwest vê yekê bi xelkê bide bawerkirin, lê heta civaka li Tirkiyeyê jî bawer nekir.”

Mihemedê Mûsê bal kişand ser axaftinên Dewlet Behçelî û da zanîn ku ew ji neçarî van gotinan dibêjin û wiha dom kir: “Tişta ku Behçelî xwest çîrok e û ew fêm dikin ku ne Rêber Abdullah Ocalan û ne jî kes vê qebûl nake.”

Mihemedê Mûsê anî ziman geşedan nîşan didin ku dê deriyek ji diyalogê re bê vekirin, wê nakokiyên gelekî mezin hebin, lewma Kurdên ku her tim ji diyalogê re amade ne, divê xwe amade bikin; divê Tirk jî bêtirs derbasî vê pêvajoyê bibin.

‘DIVÊ DIYALOGEK CIDÎ HEBE’

Mihemedê Mûsê destnîşan kir ku heke dewleta Tirk bixwaze ji rewşa xwe derkeve û li ser lingan bisekine, her wiha derfeta di destê xwe de bi şer û çekan xerc neke, dîsa ji bo ku  pêkhateyên li Tirkiyeyê bi rehetî jiyan bikin, divê diyalogeke cidî bi tevgera gelê Kurd, anku bi PKK`ê re çêbike.

Mihemedê Mûsê bi gotina “Bêgûman wê Rêber Abdullah Ocalan pêşinyara Behçelî qebûl neke” bal kişand ser nêzîkahiyên dewleta Tirk û wiha pê de çû: “Lê heke dewleta Tirk xwest bi rêya Rêber Apo û rêveberiya PKK`ê re diyalogê bike, wê ji bo meseleya çareseriyê gelekî girîng be. Azadiya Rêber Apo, rizgariya milet e, azadiya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka milet e, ev esas e. Çîrok weke ku Erdogan û Behçelî difikirin ne kesayetî ye. Doz doza miletekê ye, herdu ji hev nayên cudakirin; bi girtina Rêber Apo û tecrîdeke bi vî awayayî re fêm kirin ku îradeya gel nayê şikandin.”

Mihemedê Mûsê bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi Rêber Abdullah Ocalan re hatiye çêkirin û got: “Dewleta Tirk bi vê ye kê re nîşan da ku kengî bixwazin dikarin tecrîdê rakin, lê şertên xwe ferz dikin.  Behçelî jî ew şert gotiye. Ev doz bi gotinekê nayê çareserkirin, divê diyalog pêk bên, ev doz bi hacetî misogeriyeke navneteweyî ye. Bi berdewamkirina tecrîdê dixwazin Rêber Abdullah Ocalan dûr bixin, dixwazin bêjin `heke hûn weke me nekin, ev tecrîd wê berdewam bike`.”

(a)

ANHA