ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8 – 11 – 2024
8 mijdar, 2024   02:00

Mihemedê Mûsê da zanîn ku bi berdewamkirina sîstema îşkence û qirkirinê dixwazin Rêber Abullah Ocalan dûr bixin û got; “Çîrok weke ku Erdogan û Behçelî difikirin ne kesayetî ye. Azadiya Rêber Apo, rizgariya milet e, çareseriya pirsgirêka milet e.Heke bi rêya Rêber Apo re diyalogê bikin, wê ji bo çareseriyê gelekî girîng be.”

Li gorî pisporan serketina Trump dê bandorê li siyaseta DYAˈyê ya li cîhanê û Rojhilata Navîn, dîsa herêmên ku ji salan ve şer lê heye, bike. Hinek pisporên din dibêjin, Turmp dê siyaseta serokê berê Jeo Biden bidomîne.

Heyva Sor a Kurd li ser rêya navneteweyî ya li başûrê bajarê Çilaxayê navendeke xwe vekir.

Jinên ji kantona Minbicê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker sûcên Ii dijî mirovahiyê û zarokatiyê dike û got çawa DAIŞ`ê li herêmê bi bin ket, dewleta Tirk jî nikare axa herêmê dagir bike.

Lêkolîner Mihemed Nebîl diyar kir ku Ewropa ji bo ku hejmara penaberan kêm bibe, hewl dide têkiliyên xwe yên li gel hikumeta Şamê normalîze bike.

Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta roja çarşemê (6’ê Mijdarê) 33 hezar û 600 ton pembo wergirtin û di heman rojê de dest bi serfkirina fatoreyan kir.

Xebatkarên Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bertek nîşanî desteserkirina 3 şardariyên Bakurê Kurdistanê da û got "Em bi dil û can bi Bakurê Kurdistanê re ne."

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyî li kantona Firatê Mîhrîcana Şehîd Hogir a Xwendekaran li Qada Şehîd Egîd a Kobanê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li navenda xwe ya Qamişloyê, Mîhrîcana 10ˋemîn a Çand û Hunerê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê di çarçoveya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de li navenda meclisê ya taxa Eşrefiyê ya Helebê bi daxuyaniyekê platforma çalakiyên hevbeş radigîne. (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN