Operasyona li kampa Holê dewam dike
Li kampa Holê operasyona ewlehiyê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê di roja 5’an de dewam dike.
Li kampa Holê operasyona ewlehiyê ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi desteka QSD û YPJ’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê dest pê kiribû, di roja 5’an de dewam dike.
Di roja 5’an a operasyonê de beşa 5’an a koçberên sûriyeyî tê kontrolkirin.
Kampa Holê kampeke herî xeternak a cîhanê ye. Tevî 13 hezar û 124 penaberên iraqî û 15 hezar û 805 koçberên sûriyeyî, 6 hezar û 385 jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê li kampê dimînin.
(bb)
ANHA