Mezlûm Ebdî bi ENKSˋê re civiya

Fermandariya Giştî ya QSDˋê der barê civîna Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mezlûm Ebdî û ENKSˋê de daxuyaniyek da û got li ser girîngiya berdewama civînan û lezkirina çareserkirina pirsgirêkên heyî lihevkirin pêk hat.

Mezlûm Ebdî bi ENKSˋê re civiya
23 kanûn, 2024   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser rûpelên xwe diyar kir ku bi amadebûna hin berpirsên Koalîsyona Navneteweyî di navbera Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mezlûm Ebdî û Serokatiya Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê de civînek hat lidarxistin. Civîn di çarçoveya gotûbêjkirina avakirina helwesteke yekgirtî ya Kurdî di Sûriyeya nû de hat lidarixistin. Her wiha di civînê de li ser girîngiya berdewama civînan û lezkirina çareserkirina pirsgirêkên heyî lihevkirin pêk hat.

(fr)