Li pêş avahiya NYˋyê ya Lubnanê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li Lubnanê li pêş avahiya NYˋyê ya li Beyrûtê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Li pêş avahiya NYˋyê ya Lubnanê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
Li pêş avahiya NYˋyê ya Lubnanê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
23 kanûn, 2024   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Weqfa Newroz a Çandî û Civakî li paytexta Lubnanê Beyrtûê li pêş aahiya NYˋyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir û banga bidawîkirina êrişan kir.

Kurdistanî û dostên wan wêneyên şehîdan û pankartên "Tirkiye dengê heqîqetê bê deng dike", "Tirkiye gelê Sûriyeyê hedef digire", "Tirkiye gelê Kurd hedef digire û demografiyê diguherîne" hildan.

Li wir nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê Ebduselam Ehmed axivî û got ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êşên gelê Kurd dewam dikin.

Ehmed bang li hêzên navneteweyî kir ku bi erkên xwe rabin û destwerdanê bike ku êrişên dagirkeriya Tirk bi dawî bikin, şandeyeke navneteweyî ji bo lêpirsînan sûcên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişînin, alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bo koçberan re pêşkêş bikin, qada hewayî bigirin û sûcdaran ceza bikin.

Di dawiya protestoyê de şandeyeke Weqfa Newroz a Çandî û Civakî bi beşdariya mamoste Ehmed Ebduselam bi zimanê Erebî û Ingilîzî muzakereyek pêşkêşî nivîsgeha NYˋyê ya li Beyrûtê kir. Di muzakereyê de ji NYˋyê tê xwestin ku ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê destwerdanê bike, ji bo lêpirînsa sûcan şandeyek bê şandin, cezayên li dijî sûcdaran bikevin pratîkê û zext li Tirkiyeyê were kirin ku êrişên xwe bi dawî bike û ji xaka dagirkerî ya Sûriyeyê vekişe.

(fr)