DAIŞˋê li rojavayê Dêrazorê êriş kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li ser rêya nêzî bajarokê Mihêmîde yê rojavayê Dêrazorê şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞˋê êrişî erebeyeke Hêzên Têkoşîna Dijî Narkotîkê kir.

DAIŞˋê li rojavayê Dêrazorê êriş kir
23 kanûn, 2024   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku şaneyên terorîst ên DAIŞˋê êrişî erebeyeke wan kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro dûşemî (23ˋê Kanûnê) piştî nîvro, li ser rêya bejahiya bajarokê Muheymîda yê rojavayê Dêrazorê şaneyên girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞˋê bi motorsiklêtan êrişî erebeyeke beşa Têkoşîna Dijî Naroktîkê kir.

 Di encama êrişê de du endamên hêzên me birîndar bûn. Lê piştî ew her du endam hatin tedawîkirin, niha rewşa wan baş e.

 di van demên dawîn de, ji ber valahiya ewlehî li hin herêmên li rojavayê Firatê çalakiyên şaneyên terorîst zêde bûn. Hêzên me li hember têkbirina van gefan hewldanên xwe didomînin.

Hêzên me teqez dikin ku ew bênavber bi ser van komên terorîst de bigirin, ewlehî û îstîqrara herêmê pêk bînin. Li kêlek wê jî hêzên me li gorî delîlên di nava destên wan de lêpirsînên xwe didomînin ku wan sûcdaran bigirin."

(fr)