Metirsiyên cotkaran ji êrişên leşkerên dagirker

Bi hatina dema cotkirina erdên çandiniyê re, cotkarên zeviyên wan nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ne bi fikar in ku ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve werin hedefkirin.

Metirsiyên cotkaran ji êrişên leşkerên dagirker
Metirsiyên cotkaran ji êrişên leşkerên dagirker
Metirsiyên cotkaran ji êrişên leşkerên dagirker
Metirsiyên cotkaran ji êrişên leşkerên dagirker
Metirsiyên cotkaran ji êrişên leşkerên dagirker
12 cotmeh, 2024   05:10
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Cotkarên herêma Aliyan a nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê dest bi cotkirina erdên xwe yên çandiniyê kiriye. Lê bi hatina dema cotkirina erdan re, cotkar bi fikar in ku leşkerên Tirk ên li ser sînor wekî gelek caran êrişî wan bikin.

Herêma Aliyan ku ji dehan gundan pêk tê, ji bakurê bajarê Tirbespiyê heya bakurê bajarê Girkê Legê dirêj dike. Li herêmê bi hezaran donimên erdên çandiniyê hene.

Gundê Dêrna Axê jî yê 3 kîlometreyan li bakurê bajarê Çilaxa ye û hejmara niştecihên wê 450 kes in, yek ji gundên çandiniyê yên navdar li herêma Aliyan e. Leşkerên Tirk ên li ser sînor gelek caran êrişî cotkarên di nava zeviyên xwe de dixebitin kiriye.

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker di payîza 2022ˈyan de cotkarê bi navê Miheydîn Ebdulrezaq ê ji Dêra Axê gulebaran kir. Mihyedîn ê erdên xwe cot dikir di encama gulebarana leşkerên dagirker de şehîd bû.

Welatiyê bi navê Xelef Xelîl Golî (66) ê xwediyê 150 donim erdê li ser sînor e, her sal di navbera cotkirina erdê xwe yê li ser sînor û hiştina erd bê çandinî de dudil dibe.

ˈERDÊ ME DEBARA ME YE, EM DEST JÊ BERNADINˈ

Golî diyar kir ku gundiyan vê havînê zebeş çandin, lê hejmareke mezin a gundiyan ji tirsa ku leşkerên Tirk êrişî wan bike, zebeş berhev nekirin, di encamê de mewsim telef bû.

Xelef Golî got: "Dewleta Tirk rasterast êrişî me dike da ku me neçarî koçkirin û terikandina erdê xwe bike û di encamê de xaka me dagir bike. Lê em şêniyên gund helwesta me sabit e. Em dest ji erdê xwe bernadin. Erdê me rizqê me û yê zarokê me ye. Erdê me kerameta me ye. Em dest jê bernadin."

Golî bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan şermezar kir û got bêdengî dewleta Tirk a dagirker teşwîq dike ku sûcên xwe bidomîne.

(bb)

ANHA