Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê û rola jinan

Jinan di Festîvala Şanoyê ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê de helwest, êş û hêviyên xwe îfade kirin.

Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê û rola jinan
12 cotmeh, 2024   06:45
KOBANÊ

Festîvala 3'yemîn a Şanoyê ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ku 5ˈê Cotmehê dest pê kiribû, îro bi dawî dibe. Festîval bi dirûşma "Şano nasnameya hişmendiya civakî ye" li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê tê lidarxistin.

Komên şanoyê yên Şehba, Heleb, Minbic, Tebqa, Reqa, Hesekê, Rimêlan û Kobanê beşdarî festîvalê bûn. Komek ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê jî beşdar bû. Di şanoyan de mijarên wekî penaberî, têkoşîna jinan, çîrokên dîrokî û rastiyên şoreşa Rojava hatin vegotin.

Di festîvalê de komên jinên Kurd, Ereb, Çerkes û Ermen bi şanoyên xwe mohra xwe li festîvalê xwe xist.

Koma Jinên Ermen şanoyek li ser bandora komkujiyên Osmaniyan ên li dijî gelê Ermen pêşkêş kir. Komên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan jî bal kişand ser jiyana dayikan û bandorên neyînî yên zewaca bi darê zorê.

Şanoger Zeyneb Mihemed a ji kantona Efrîn-Şehbayê têkildarî tevlêbûna jinan di festîvalê de axivî. Zeyneb rola jinan a di şanoyê de wekî hebûna wan a li gerdûnê pênase kir û got: “Gerdûn ji du aliyan ve temam dibe, rola jinan jî şanoyê temam dike.”

Zeynebê îşaret pê kir ku berê rola jinan di şanogeriyê de kêm bû û wiha domand: "Berê beşdarbûna jinan di şanoyê de lawaz bû, mêran rola wan ji wan standibû. Lê bi şoreşa Rojava re jinan cihê xwe di hemû qadên jiyanê de girt. Di şanoyê de jî jinan xwe îsbat kir, derhênerên jin ên şanoyê çêbûne. Jinan dika şanoyê veguherand mînbera ku peyamên jinan jê derdikevin. Her tevgerek û her peyveke jinan êş û azar û hêviyên wan îfade dikin."

Lîstikvan Bêro Kenan jî got: “Di pêkanîna yek ji armancên hunerê de ku ew jî hişyarkirina civakê ye, rola herî sereke ya jinan e. Mînaka vê yekê jî beşdarbûna jinan di Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê de ye. Jinan qeydên tirsê û nêrîna civakê ku şanogeriya jinan şerm dibîne, şikand. Jinan di avakirina hunereke pêşketî û şanoyeke bi rengê xwe berpirsyariyeke mezin pêk anî.”

Bêro Kenan her wiha got: "Jinan di pêkanîna erkên ku jê re hatine dayîn de profesyoneleyeke bilind nîşan da. Jinan hest û şiyanên xwe yên hunerî derxistin holê û eleqeyeke mezin a bi civakê û pirsgirêkên wê re nîşan dan. Bi hêvî me ku di festîvalên bê de derhênerên jin hebin."

(bb)

ANHA