Meclisa Weqfên Olî dorpêça li ser Kobanê şermezar kir

Meclisa Weqfên Olî ya Kobanê êrişên li ser pakrewangehên şehîdan û dorpêçkirina li ser bajêr şermezar kirin. Meclisê daxwaza bidawîanîna dorpêçê û vegera koçber bo malên xwe kir.

Meclisa Weqfên Olî dorpêça li ser Kobanê şermezar kir
10 sibat, 2026   15:13
KOBANÊ

Bertekên li hembar dorpêçkirina bajarê Kobanê ji aliyê komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve, berdewam dikin. Meclisa Weqfên Olî ya Kobanê îro daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê şêx Muhyedîn Elî ve li ber Zanîngeha Şerîetê ya bajêr, bi amadebûna endamên meclisê û melayên mizgeftên Kobanê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de "dorpêçkirina li ser Kobanê ya ji aliyê komên çekdarên ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, çeteyên DAIŞ'ê û dewleta dagirker a Tirk ve " hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de ji Desteya Weqfên Olî ya Sûriyeyê û civaka îslamî ya navneteweyî hat xwestin ku dorpêça li ser Kobanê û gundên wê rakin da ku şênî bikarin vegerin mal û gundên xwe.

Meclisê di daxuyaniyê de destdirêjiya li ser gorên şehîdan ya li Reqayê şermezar kir û wiha dewam kir: "Her wiha em hin kiryarên ku ji hêla hikûmeta demkî ve li dijî gorên şehîdan hatine kirin, yên ku axa Sûriyeyê li dijî terorîzma DAIŞ’ê parastine û ji bo hemû Sûriyeyê şehîd bûne, şermezar dikin."

(k)