Mesûd Barzanî:peyama Ocalan çareseriya pirsa Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi peyamekê piştgiriya xwe ya ji bo peyama Rêber Apo ya çareseriya pirsa Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê da.

Mesûd Barzanî:peyama Ocalan çareseriya pirsa Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê
28 sibat, 2025   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî piştî peyama dîrokî ya Rêber Apo ji aliyê şandeya DEM Partî ve li Stenbolê hate belavkirin û şûn ve peyamek da û piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman.

Peyama Mesûd Barzanî wiha ye: “Helwesta me ya di derbarê proseya aştî û çareseriyê ya li Tirkiye de nehatiye guherîn, bi hemû hewl û derfetên xwe piştgiriya vê prosya aştiyê ya li Tirkiye dikin. Aştî yekane rêya rast a çareserkirina pirsgirêkane.

Hêvîdarin ku peyama birêz Ocalan ji bo proseya aştiyê pêk were destpêkek be. Bigihêje encamekê ku berjewendiyê her kesê têde hebe.”