Gelê herêmê der barê peyama Rêber Abdullah Ocalan de çi got?

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan peyama aştiyê ye û dilê hemû gelan xweş kir û got “Heta ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî di nava xwe de bibînin em ê tê bikoşin.”

Gelê herêmê der barê peyama Rêber Abdullah Ocalan de çi got?
28 sibat, 2025   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo guhdarîkirina li peyama Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

DÊRIK

Şêniya bi navê Henîfe Silêman kêfxweşiya xwe bi peyama Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û wiha got: “Îro ji bo me roja serkeftinê ye, em kêfxweş in ku me peyama Rêber a dîrokî bihîst.”

Şadiya ku ji pêkateya Ereb e, girêdana xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û wiha got: “Em ji aştiyê hez dikin û alîgirên aştiyê ne û heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were em ê her tim tê bikoşin.”

Roj Elî jî diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan peyama aştiyê ye.

KOBANÊ

Dunya Mihemed a ji bajarê Kobanê kêfxweşiya xwe bi peyama Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û wiha got: "Hemû gelên herêmê li benda peyama Rêber Apo bûn, îro jî xewnên hemû gelan pêk hatin ku peyama dîrokî ya Rêber Apo bihîst.”

Aynzelze Bozan jî diyar kir ku demeke dirêj ew li benda vê rojê bûn û wiha got: "Em ê her tim li pey peyama dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bin û ji bo azadiya fîzîkî têkoşîna xwe bidomînin.”

Emîna Xelîl jî got: "Peyama dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan dilê hemû gelan xweş kiriye. Em bi peyama Rêberê xwe gelekî kêfxweş in, peyama wî peyama aştiyê ye. Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî di nava xwe de bibînin em ê tê bikoşin.”

Xalid Mistefa der barê mijarê got: "Îro rêberê me dîrokeke nû da me û em heta dawî piştgiriya Rêbertî dikin.”

AMÛDÊ

Şêniyên Amûdê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan banga çareseriya siyasî dike, ne banga şer û ji bo çar parçeyên Kurdistanê li çareseriyan digere.

Şêniya bi navê Menwer Xalid jî wiha got: "Hestên me yên îro bi gotinan nayê vegotin, lewra em bang li her kesî dikin ku peyama Rêbertî ji bo xwe esas bigirin û li gorî wê tevbigerin, ji ber ku Rêbertî tu carî ji doza xwe paşve neçûye û ji bo doza Kurd gavek paşde neavêtiye.”

Şêniyê bi navê Tariq Yûsif kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Îro ji bo me rojeke dîrokî ye, Rêber Apo daxwaza çareseriya siyasî dike, ne daxwaza şer û ji bo çar parçeyên Kurdistanê li çareseriyan digere.”

(k)

DÊRIK

AMUDÊ

KOBANÊ