Mesa ciwanan a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan berdewam e

Bi sedan ciwanên Minbic, Tebqa, Reqa, Kobanê, Dêrazor, Herêma Cizîrê û yên ji kantona Efrîn û Şehbayê hatine tev li meşa girseyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bûn.

29 mijdar 2023   17:31
QAMIŞLO

Meşa girseyî ya ku dê di 3 rojan de 100 kîlometre qut bike ji yarîgeha 12'ê Adarê ya Qamişlo dest pê kir û ber bi Dêrikê ve bi rê ket.

Berî destpêkirina meşê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Ronahî Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de piştgiriya ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li 74 navendên seranserî cîhanê dest pê kiriye, hat ragihandin.

Hemwextî wê, daxuyaniyê tecrîda dewleta Tirk a dagirker a li ser Rêber Abdullah Ocalan û binçavkirina wî û hewldanên wê yên dûrxistina wî ji gel şermezar kirin û soza mayîna li qadên têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.

Piştre meşvan li kolanên bajarê Qamişlo geriya û şênî tev lê bûn û ber bi navçeya Tirbespiyê ve bi rê ket.

Tê payîn ku meş îro bigihêje Tirbespiyê û li wir çalakiyek li navenda Ciwanên Şoreşger bê lidarxistin ku tê de sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan der barê komployê de bên pêşandan.

Her wiha di bernameya meşê de dê li her navçeyekê stran û berhemên hunerî, sînevîzyon û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan bên pêşkêşkirin.

Tê payîn ku meş bi xwepêşandaneke girseyî li navçeya Dêrikê û bi beşdariya şêniyan bi dawî bibe.

(mh/şx)

ANHA