Meşa bi hezaran a ber bi Amarayê ve: Divê Rêber Apo azad bibe

Bi wesîleya rojbûna 76'an a Rêber Abdullah Ocalan bi hezaran kes ber bi gundê Amarayê ve meşiyan. Di meşê de daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Meşa bi hezaran a ber bi Amarayê ve: Divê Rêber Apo azad bibe
4 nîsan, 2025   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, di roja duyemîn de di çarçoveya Festîvala 4'ê Nîsanê de ber bi gundê Amarayê ve meşek hate lidarxistin.

Girseya gel serê sibehê li Parka 4'ê Nîsanê li hev kom bû û ji vê derê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) meşiya.

Parlamenterên DBP û DEM Partiyê, hevşaredar û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tev li meşê bûn.

Di meşê de wêneyên Mustafa Dag û Mahsûm Karaoglan hatin hildan ku sala 2009'an li Amarayê di meşa 'Rêwîtiya Rojê' de hatibûn qetilkirin.

Girseya gel bi dirûşman rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Dayikên Aştiyê jî şaxên zeytûnê hildan. Meş li derveyî navçeyê bi dawî bû û gel li wê derê govend gerand.

Aktîvîsta TJA'yê Fatma Ablay li wir axivî û anî ziman ku 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd rojeke girîng e. Fatma Ablay diyar kir ku daxwaza jin û gelê Kurd zelal e, divê dewlet gavê biavêje û got: "8'ê Adarê, di Newrozê de û îro li vê derê gel îradeya xwe nîşan da. Ev îrade îradeya jinê ye. Divê Enqere vê îradeyê nas bike û tavilê gavê biavêje. 4 roj in ciwanan berê xwe dane rojê. Divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê pêk were.”

Piştî axaftinan heyetekê berê xwe da Amarayê.